Şahidê dîroka 80ê saliya miletê kurd: Îsmat Şerîf

Îsmet Şerîf Vanli  roja 21’ê berfanbara sala  1924’ an, li paytexta Sûriyeyê Şamê  (Dimeşk) hatiye dınyayê. Ew di jiyana xwe de,bi rewşembîrên Kurd yên mina,  Celadet Elî Bedirxan, Qedrî û Ekrem Cemilpaşazade û Nûredîn Zaza re hevnas u hevaldost bu. İsmet Şerif bi saya van ronakbirên kurd, dest bi tekoşîna gelê Kurd kiribu.

İsmet Şerif Vanli li Libnan, Franse û Emrikay’ê  perwerdehî dît û zimanê xwe yê zikmakî jî li xerîbiyê hin bibu. Vanli  vê yeke weha qal dikir:
 “Her kes li derveyê welêt zimanê xwe ji bîr dike, lê ez li derveyê welat fêrî zimanê xwe bum. ”

Di sala 1948 de li Lozanê  dest bi perwerdehiya hiqûqê kir u  li Libnanê zankoyê  qedand. Vanli  di salên 1960’an de li Ewropayê nuneriya “Tevgera Başûrê Kurdistanê”  a di bin serokatiya Mela Mistefa de kir.

Vanli sala 1995 de  ji,bu endam u rêvebirê  “Parlementoya Kurdistanê ya Derveyê Welat (PKDW)”  a ku di  sala 1995’an  de , li derveyê welat hatibu damezrandin.

İsmet Şerif demeke dirêj  jî; serokatiya Kongreya Netewi a Kurdistanê (KNK) kiribu. Ew kongre wek parlementoyek sirgunê hatibu damezrandin u li Awrupa xebat dikir. Di dema serokatiya KNK ê de, wi gelek caran ji rayedarên Turkiyê re nameyan şandibu u deweya çareserkirinên aştiyane li wan kiribu.

İ.Şerif Vanlı,mirovek ronakbir bu. Di vî warî de ewî, jiyaneke rengin derbas kir.Li zankoya Lozanê derse siyasete dabu.Gelek zimanên Awrupî, her wek zimanê xwe bibaşi dizanîya.Bi zimanên Ewrupi gelek lêkolinên wi hene u gelek kitêb nivsandibu li ser Kurdan u siyaseten çewt beramber bi miletê Kurd.Ew keseke qedirbilind u bi siyanet bu.Di nav rewşenbirên Kurd de,ciyeke rêzdar girtibu..

Vanlı ,tekoşina Kurdan bi nêziki dişopand u li ser azar u daxwazên miletê Kurd gelek dilbiêş bu.Ew nefereke bijare bu di tekoşina rizgarîya gele Kurd de.
Apê İsmet Şerif,  li himberê netewakarî u nijatperestîya Ereban a sala 1960 an bi mêrxasi li ber xwe da.İsmet Şerif di wan rojan de radigeyand ku “ ne pêkane Kurd u Ereb di bin sistema hiquqî a di bin siya netewekariya Ereban de bijin.

Di wan salan de ku li Bexdayê, di komcivina Yekitiya navneteweyî a Xwendekarên Zankoyan de ku Destura İraqê dihat gengeşikirin de, weha axaftibu:
 “Eger Panerebizim hebe, lazime ku Pankurdizim ji hebe u eger ev pêvajo bi vi rengi bi domine, wê Pankurdizim ji perwerde bibe Lewra eger Erebên İraqê beşek ji erebên cihanê bin, her wiha Kurdên İraqê jî beşek ji kurdên cihanê ne.”

 Baasi u u kominist u pêşveruyên wê deme yên İraqê van gotinên İsmet Şerif wek hevkarî u hevalbendiya emperyalistan şirove kiribun.Her weha kominist u çepgerên Turkiyê ji, wan salan ( 1961- 62)  di vê baweriyê debun.Mixabin ku nijatperest u netewekarên wan welatan ji, her wisa difikiryan.Lewra,koministên İraqê li ser raya  ronakbirên wê demê,yên Kurd digotin:
“ Ev kes ne pêşverune, lê ew pêwirên CENTO u piştgirên feodalên Kurd in.Ew berdevkê emperyalizme ne.”
İsmet Şerif du berhemên here bijare li du xwe hişt.

Yek ji wan, “ Bi çehvên gerokên kevin yê rojavahî Kurd u Kurdistan” Ev kitêb li turkiyê cara vewil ji alîyê weşanên Özgürlük Yolu ( Rêya Azadî) ve, di salên 70’ê yan de,  bi turki hate çap kirin.Çapa vê kitêbê a nu ji aliye weşanên Avesta ve hat amadekirin u belevkirin.Kitêb,ji têbîniyên gerokên Ewrupayi k udi sedsala 18’yan de li welatê kurda gerabun u ditinên xwe nivsandibun; pêk hatiye.

Bi taybet pirtûka bi navê “Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Netewî ya Kurdan”,lêkolinek balkêş e. Xêncî van herduk berhemên sereke gelek pirtûk û berhemên mayîn  ên Vanli hene.

İsmet Şerif Vanli, bi xanimekî  Swîsreyî re zewicî bû .Vanli li bajarê Lozanê bici bibu.Her wekî kut ê zanin Lozan di tarixêde navek giringe.Lewra peymana Lozanê ,peymana çar parçekirina  xaka Kurdane.

Di salên destpêka 90’an de dema ku hatibu Stenbolê, min fersendek peyda kiribu ku ez wi nas bikim.Her wiha div ê demê de, min karîbu ku ez bi wî re hevpeyvinek çekim.Zimanê İsmet Şerif zimanek zelal u paqij bu.Ew xwediyê fêm u feresetek giring bu.

Ronakbir u rayedarê navdar İsmet  Şerif roja 9ê İlona sala 2011 yan, seat 4 ê berbeyanê, di 87 saliya jiyana xwe de, wefat kir. İsmet Şerif ne hevwelatîyê Turkiye bu.Lê ew dildareke Amedê bu. Lewra berî ku wefat bike, wesyet kiribu ku wi li Diyarbekir veşêrin. Mixabin ku, ev xwesteka wî, pêk nehat; lewra dewleta Turk sedem ku ew ne hevwelatiyê Turkiyêye,destur neda ku ew li Amedê were veşartin.

Her weki Aram Dikran.Lewra İsmet Şerif, xelkê Suriyê u u Aram Dikran ji xelkê Ermenistanê bu.Ev herduk Kurdhez di dawiya jiyana xwe de ji negeyiştin mirazê xwe. Hisreta Amedê ma di dile wan de. İsmet Şerif ji, li xeribîyê hate veşartin. Di van salên dawi de ev sernivişt bu qedera  gelek kesên ji nifşa İsmet Şerif Vanli.

Latif EPÖZDEMİR / Stenbol

Nerîna min :