Hewar a Wanê

Li Wanê rewş ne başe. Milyonek insan li bajare Wanê bê çarene. Xaniyên hilweşayîn ji xwe hilweşiyan , yên mayîn jî piraniya wan derizînê erdhejek sivik çêdibe xiradibin. Herweha yên din jî kesek newêre herê di nav de. Lê xelk bê çarene, piraniya malbatên di çadiran de cih bûyîn jî, ji serma debara wan nabe. Gelek zarok ji sermayê nexweş dikevin û hinek jî jiyana xwe ji dest didin. Hêdî hêdî nexweşîyên ji sermayê di nav xelkê de belab dibe. Rewşa tenduristiyê bersiva xelkê Wanê nade.
Hukumetê da xuyakirin ku heçî kesên ku bixwazin herin bajarên din dikarin ji bo demekî di hinek avahiyên hukumetê de bêne cihkirin. Gelek kes niha daxwaz dike ku ji Wanê derkevin û berê xwe bidin bajarên din. Ji bo serlidanê nawendek hatiye vekirin û rojane bi hezaran insan serî li vê nawendê didin ji bo herin deverak din kêmasî zarokên wan ji serma nemirin.
Nawende ku xelkê rêdike bajarên Tirkiye
Serokwezîr Tayib Erdogan çaxê hate Wanê got, heta meha tebaxê îdare bikin emê meha tebaxî xaniya amade bikin û we di tê de cih bikin. Ji xwe heçî heta meha tebaxê bikaribe bimînê û ji serma yan jî ji birçîya nemirê tu pêwistiya wan namîne. Pirsa xelkê Wanê bê çaretiya xelkê nihaye. Heta meha tebaxê kî saxe kî miriye.
Ji xwe gelek kesên li derdora Wanê li bajarên cîran mirovên wan nasê wan hebin barkirine. Niha jî hukumet berê xelkê daye bajarên din û xelk Wanê vale dike.
Hêdî li Antalya û Mersînê cih nemane û berê xelkê li deverên din e. Ev siyasetek xirabe. Gelo ew kesên ji Wanê bar dikin cardin vedigerin yan venegerin kesek nizane. Dema mirov ne di nav pêrîşaniyêye de be kesek ji dil bi êşa mirov nahese.
Eger rewş bi vî awayî be Wan vale dibe. Ev jî siyasetek xirab ya hukumetê ye. Em dixwazin li ser cihê me li derê mala me li ser kavlê xaniyê me arîkariya me bê kirin. Li Wanê zivistan dijware. Gund bi temamî ji çûyin hatinê qut dibin. Zivistanê sermayek xirab heye. Di çadirên hevîni de kesek nikare zivistanê li Wanê derbas bike.
Nifusa Wanê milyoneke heta tebaxê dê nifusa Wanê bibe 300- 400 hezar. Wan hêdî tu cara nabe Wan a berê. Destê arikariyê dirêjê wanê bikin. Heyne Wan valê dibe û ji dest diçe.
13.11.2011/Wan
M.Yusif Wanli