Cîhan
Li Libya şerê muxalîfên Kadafî destpêkir
Piştî têkçûna Kadafî û kuştina Kadafî li Libyayê her tişt baş naçe. Eve çend rojin li nêzîk bajarê Trablusê li du baregehên mezin yên leşkerî di nav du gruban de şer heye.
Şerê di nav du gruban de bi çekên giran berdewam e. Li gora agahdariyan heta niha 13 kes hatine kuştin û hêjmara birîndaran ji 100 kesin.
Niha jî di nav grubên cuda de şerê desthilatdariyê heye. Rêxistina El Qaide li Libyayê gelekî bi hêz e. Lê Amerîka û welatên rojava li himber rêxistina El Qaîde pişgiriyê dide grubên din. Dixweyê di pêşerojê de wê rewşa Libya tevlîhevtir bibe.