Civak

Mela Ehmedê Namî

Cîgayê şadî û xweşiyê

Bustanê Mezargehê, ji îro pêve wê bibe gulistana şadî û xweşîyê ya bi nav û deng û tek û tenha  û cîgayê xemrevînê ji bo xembaran.
Bosîtana mezargehê ger çi bi pîvan û li ber çavan biçûk e, lê dîsa jî ji gilistanên cihanên ên mezin tê hijmartin.

Çiko ji tovê 280 xortên ciwan hatiye çandin. Ji lewra me gotiye gulistana tek û tenha û bosîtana xemrevîn.
Paşê wê demek bê ko rojên cejn û şahiyan û sersal û Newrozan, dema jîle, kulîlk û gul perda ciwanî ji ser riwê xwe yê sor bidin alî û pêşkêş bikin, hingî gulustana Amîdê wê bibe cîgayê geşt û seyranan.

Her şev û êvar, qîz û xort, xeml û xêza xwe wergirinû dest bi dest, berê xwe bidin bustanê xemrevînê, bustanê şadî û xweşîyê, li nav malikên gul û kulîlkên reng e reng herin û bên, bigerin.

Hin caran bi awirên çavan li mînak meyzekin û li hemberî hev, bi şadîmanî li ber tewînên naz û zerî û horî û periyan rûnin.
Saqî kas û caman li ser destan bigerîne, perîzad û zerî û mîrza û ciwan şekir ji lêvan birevînin û gulan li riwan bicivînin.

Her wekî Seydayê Xanî dibêje:

Dinya hemî bûye eyş û işret

Zala felekê ji kerb û hisret

Rabû ko vexwan ji ber xewasan

Saqî geriyan bi cam û kasan

Paşê her yekî ji destê gulfiroşan gulekê ji gulên bustanî bistîne û bide ber pozê xwe, da ko ew jî bibe hemdamê bilbil û hevrengê sorgulan.

Hejar û Goran mest û sergerdan û gift û goyên şêrîn mîna Cegerxwîn.

Bi vî awayî, naçar, leşkerê derd û xeman wê di bin piyê leşkerê şadî û xweşiyan de bê pelaxtin û bimre.

Dawiya şevê, şevbiwêrk diqediye, dîsa her kes cot e cot gul bi dest, serbest û azad û bi şadî û kamiranî    mîna hatin wê vegerin malên xwe.

Naçar ev geşt û seyran û sersal û Newroz heta hetayî wê bibin adet ji bo gelê Amûdê.

Dîsa hêvîdar im ji Yezdanê pak û dilovan ko peykê şadî û xweşiyê bike rêzan û rêber û hevrî û heval ji bo gelê Amûdê. Şevên wan roj bin û rojên wan cejn bin û heta hetayî cejn û seyran û sersal û Newroz li wan pîroz bin.

Dîsa Namî berî her kesî seyran û Newroza nû ya gelê Amûdê bi dilşadî li gulistana Xemerevîn pîroz dike û dibêje:

Her sal vî çaxî cejna we pîroz

Cejna welat e şadîman Newroz

 

Çavkanî. Pirtûka Agirê Sînema Amûdê. Mela Ehmedê Namî. (Rûpel 80-81). Ji weşanên Jîna Nû. Çapa yekemîn: Îlon 1987. Uppsala. Swêd.

Samî Ehmed Namî
Stockholm. 2011.11.13

Back to top button