Civak

N.Barzanî: Em bi nîyeta çareserkirina pirsgirêkan hatiye Bexdayê

Di duyemîn roja serdana xwe ya bo Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re ji aliyê Emar Hekîm serokê Civata Balaya Îslamiya Îraqê ve hatin pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de, Emar Hekîm kêfxweşiya xw eli hember serdana serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re bo Bexdayê nîşan da û hêvî kir ku ew serdan û destpêkirina danûstandina bibe hokarê çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Hekîm got ku, Îraq bi herêma Kurdistanê û herêma Kurdistanê jî bi Îraqê bihêze û her du alî hev du timam dikin, ji ber hindê divê pirsgirêk çareser bibin û bi hev re berhingarî terorê bibin.

Hekîm pesna rola herêma Kurdistanê û pêşmerge kir ku, roleke mezin di hewaninda koçberan û rûbirûbûna terorê de lîstiye.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd kir ku, şandeya balaya herêma Kurdistanê bi nîyeta çareserkirina pirsgirêkan hatiye Bexdayê û dixwaze çareserîyek îraqiyane ji bo pirsan hebe. Nêçîrvan Barzanî pesina rola Adil Ebdulmehdî wezîrê neftê yê hikûmeta Îraqê kir ku, dema Ebdulmehdî serdana Hewlêrê kirî, însiyatîv girt û aqareke xweş ji bo destpêkirina diyalog û danûstandina ji bo çareserkirina pirsên Hewlêr û Bexdayê pêkanî.

Barzanî got ku, atmosferekî erênî li Bexdayê tê dîtin û ji bona çareserkirina pirsgirêkan ew geşbîne.

Back to top button