Ergoşî:Ti dilgiraniyek di civîna Bexayê de çê nebûye
Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîr Samî Ergûşî di daxuyaniyekê de, vê êvarê ragihand ku ti dilgiraniyek di civîna îro ya Bexayê de çê nebûye û Serokwezîr Nêçîrvan Braznî ji wê yekê nîgeran nebûye ku çima Wezîrê Petrolê yê berê Husên Şehristanî di wê civînê de amade bûue.
Hinek ji dezgehên ragihandinê nûçeyek belav kirine ku qaşo Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di civîna îro de, ya ligel Hikûmeta Bexdayê hêris bûye û ne bi dilê wî bû ku Wezîrê Petrolê yê berê Husên Şehristanî di wê civînê de amade be.
Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîr Samî Ergûşî di daxuyaniyekê de ragihand: “Li vê de em radighînin ku ew nûçe derew e û dûre ji rastiyê, ji ber ku berevajî wê nûçeyê ti core hêris bûn û dilgiran di wê civînê de çêne bû û civîn di rewşeke erênî de birêve diçin û bi heman awayî berdewam dikin. Ne tenê ti dilgiraniyek nîne, lê belê rewşek pir xweş û hêsanî di navbera herdu berêzan de heye.”


