Êvariya îro roja duşemiyê 01.12.2014ê li Bexdayê, şandeya balaya herêma Kurdistanê a bi seroaktiya Nêçîrvan Barzanê serokwezîrê herêma Kurdistanê digel hikûmeta federasliya Îraqê bi seroaktiya Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê sêyemîn civîn saz kir.
Ev civîn berdewamiya her du civînên sibehê û piştî nîvroya îro bû ku di atmosferekî erênî û geşbînî de bi rêve çûn û di wan civînan de bi awayekî vekirî û zelal pirsgirêk û dîtinên her du aliyan li ser çewaniya çareserkirina wan pirsgirêkan hatin ber çav kirin. Civîna sêyemîn jî bi awayekî geşbînî bi dawî hat û tê çaverêkirin ku, sibê roja sêşemiyê civînek din bê saz kirin û bigehin encamên dawiyê û her du aliyan geşbîniya xwe ji bo gihiştin bi rêkeftin û çareserkirina pirsgirêkan tekîd kir.
Di civînê de Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, Roj Nurî Şaweys cîgirê serokwezîrê Îraqê, wezîrê êkonomî, wezîrê samanên xwezayî, wezîrê pilandananê amade bûn û ji aliyê Îraqê jî ve wezîrê neftê, wezîrê pilandananê, wezîrê xandina bala amade bûn.