Civak
64 terorîstên DAÎŞê hatin kuştin
Li doh devera Maxmurê şerek giran çêbû. Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê operasyonek berfireh li dijê terorîstên DAÎŞê kirin. Di encam de gelek çekdarên DAÎşê hatin kuştin û laşê 39 kuştiyan ketin destê pêşmergeyan de.
Di derbarê şerê doh encama wê de Fermanderê Eniya Guwêrê yê Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, di şerê duh de 64 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku cenazeyên 39 ji wan ketibû destê Pêşmerge.
Sîrwan Barzanî her wiha da zanîn ku hêzên Pêşmerge dest danîn ser sê otomobîlan, 7 doşkeyan û 14 çekên BKC yên DAIŞê.
Di şerê duh de bi giştî 5 pêşmerge ( 2 pêşmerge îro ji ber teqîna bombeyekê şehîd bûn) şehîd bûn û 8 pêşmerge jî birîndar bûn.