Nivîsar

Mirovatî li Silêmaniyê mir..!

Mijara rakirina termê pêşmergeya şehîd xezalê gerek di nava kurdan de bibe pîvanaek ehlaqî. Xezal 14ê Nîsana 2026ê encama êrîşeke dijminane ya Îranê birîndar bû. Xezal li Silêmaniyê birin nexweşxaneyê lê nexeşxaneyê ew qebûl nekir. Sedem gotin ku hêzên ewlehiya Silêmaniyê nehiştine ku nexweşxane wê qebûl bike.

Ji xwe aliyê tendirûstî û ehleqê pizijkiyê ve, ev rûreşiya herî mezine. Ev nexweşxane gerek bê îfşa kirin û her kesek lanetê li rûyê wan pizijkan bibarîne yên ku birînê Xezalê derman nekirîn.. Ew şîrîkê qetilkirina Xezalêne. Her pizişk li her kûdera dinyayêbe dema nexweşekî bibîne midaxele dike û erka xwe ya pizişkî pêktîne. Hezar cara lanet li wê “sunda” wan pijişkan be ya ku xwendin.

Ji aliyek din ve desthilata Silêmaniyê,asayîş û hemû dam û dezgeh di vê pirsê de berpirsiyarin. Şirîkê qetilkirina Xezalin.

Ka gelo ew Silêmaniya bajarê berxwedanê? Silêmanîyê erka xwe ya mirovahî nekarî li himber keçek ciwana Kurd ku giyanê xwe bexşî welatê xwe û azadiya miletê xwe kirîbû pêkbîne.

Mizgeftin Silêmaniyê yên ku termê Xezalê qebûlnekirîn, tu pêwendiyek xwe îslamiyê re nehiştin. Îslam ehlaqe, insaniye,wefaye û erkeke li himber dilxweşiya mirovatiyê. Lê wan mizgeftan melayên wan serê xwe ji hîzîtiyê re tewandin. Heta ew berevaciyê vê yekê ispat nekin û ew vê pirsê zelal nekin ew di nezdê Xweda û vî miletî de tawanbarin.

Ka medya Kurd çi dike? Ji bo vê babetê wedişêre û ji rojeva dertêxe? Ka Jin,ka dezgehehên sivîl, yê mafê mirovan.

Heyf û mixabin..dema pîsatî dibarê hinek destê xwe hildidin da ku behra herî mezin ji bo xwe bibin..

Pirsa bixakirina termê Xezala ciwan, di heman demê de bû pirsa rûreşiya civatekî..Mixabin.. Heyf Silêmanî..

18.4.2026

Nêrîn/Şirove

https://www.youtube.com/watch?v=VdR4-XUrUa0

Back to top button