Nivîsar

Mirina Kurdan Bi Genimê Dewletê

Di çax û demekê da, belkî 45 sal berî niha be, li Derika Çiyayê Mazî, Dewletê gotiye ”Bila hemu welatî werin genim ji xwe re bibin. Genim, genimê belaş e û belaş e.”

Di wê demê de gel jî belengaz e û feqir e. Xelkê bajêr hemû diçin, genim ji xwere tînin û tên.

Kevanî genimê xwe dibin diçin aşê û dihêrin, dikin arvan û piştre hevîr dikin. Bi kêf û coş nanê xwe li tenûrê dixin, bi malbatî li dora nanê germ rûdinin û dixwun.

Bê çiqas kefa wan dihat ku dewletê ew qencî bi wan kiribû û digotin çi genimekî baş e, nanê wî zer e, eynî weka zêr e.

Piştî xwarinê serê gundiyan dêşê, dilê wan dixele, lê tiştekî fam nakin ka sedem çi ye.

Kabê zarokan diêşe, zikê wan dişevite û nexweşî ji çokan dest pê kiriye û hevraz diçe. Tu navbêjî, ev nexweşiya bê îman, nexweşiya dagirkeran e.

Kî sibehê radibe, rûkê wî di birîna bi pirç a bi mû de gemiriye, birîn li ruyê wan vebûne, li ser birînan jî mû vegirtine.

Ecêbeka kesnedîtî, hatiye serê zarokan.

Navê nexweşiyê ”niqêr” bû, di her malekê de sê-çar zarok niqêr derxistibûn. Zarok weka ku bi sorikan ketibin, nêm û kêm ji birînên wan dihat. Bêhn bi wan diket, gava diçûn dibistanê, mamoste ew dişiyandin malê û digote wan: Zû herin xwe bişon û hêj werin…

Lawekî xaltika min jî hebû, gotîye:
–    Dayê ez narim mala papîrê xwe, kuçikê wan dibêje qey ez jî kûçik im, êrîşê min dike belaku ez reş bûme.

Laşê Lêwik ji nexweşîya niqêrê, tev bûbû birîn û pirç pê ve hatibû, wisa bûbû ku ew ji rengê mirovan derketibû.

Ew çax serê malê du-sê zarok mirin û yê ku sax mabûn jî, genî bûbûn. Îcar ew ji xwe re li çareseriyekê digeriyan.

Hinek kesên zirek û zana, gotin ku ev nexweşî ji genimê dewletê çêbûye, bila kes êdî jê nexwe. Erdê bikolin, arvan û genimê dewletê têxin binê erdê, kilsê lê kin û axê bavên serê.

Piştre dîsa gotin:

– De rabin li çîya û zevîyan bigerin, we çi geya û nebatekê dît, bînin bila yên nexweş bixwun.

Mixabin heta ku welatiyan fam kir, gelek kes xasma jî zarok ji xwarina wî genimî mirin.

Mixabin ew genimê ku dewletê li xelkê belav kiribû, genimê jehrîkirî bû. Ew jî dek û dolabeke wê ya ji bo mirina Kurdan bû.

Pêşiyên me gotine: Av radizê, dijmin ranazê. Piştre îca dewlet fikirî ka ew dê wekî din çi dek û dolab bike, pêre pêre aşî anîn li zarokan xistin.
Îcar mirina ji ber wê derziyê jî, çirokeke hê dijwartir bû û bi sedan zarok pê mirin.

Amed 24/ 09/ 2013

Zînê Amedî

Back to top button