Polîtîk

Çanda reqabeta demokratîk û xebata medeî di nav gel de cih bûye

Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê nunerên Serokwezîrê Brîtanyayê bo karûbarên bazirganî Jonacan Marlend û heyeteke pê re civiya.

Di destpêka hevdîtinê de heyeta Brîtanî kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û ragehand ku, armanca serdana me beşdarî kirin di pêşengeha bazirganî ya Hewlêrê ye.

Heyet bi minasebeta serketina prosesa hilbijartinên Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hikûmet û gelê Kurdistanê kir û ragehand ku, serkeftina prosesa hilbijartinan bo demokrasiya Kurdistanê destkefteke gelek girînge.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe a li hember serkeftina prosesa han diyar kir û ragehand ku, çanda reqabeta demokratîk û xebata medeniyane di nava gelê me de bicîh bûye û di prosesa hilijartinan de gelê Kurd ew yek îsbat kir û serkeftina prosesa han jî bo me cêha serbilindiye.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de heyeta Brîtanî pêşveçûnên heyî yên li Kurdistanê bi girîng wesif kir û ragehand ku, Brîtanya hewl dide daku, peywendiyên xwe yên bazirganî û abûrî bi Kurdistanê re berfiretir û bihêztir bike lewre di vê serdana han de çendîn kompaniyên mezin jî ligel me hatine û dixwazin li ser derfetên kar kirinê li Kurdistanê de lêkolînê bikin û dest bi karûbarên xwe li Kurdistanê de bikin.

Li hember de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, Kurdistanê gelek kêfxweş dibe ku, kompaniyên Brîtanî li Kurdistanê de dest bi karûbarên bazirganî bikin û Kurdistan gelek girîngî dide bihêz kirina peywendiyên xwe yên bi Brîtanyayê re lewre tevahiya deriyên Kurdistanê bo kompaniyên Brîtanî vekirine.

Di beşeke din ya hevdîtina han de behsa vê yekê jî hate kirin ku, hikûmet hewl dide daku, Balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê bike navenda geştên asmanî yên di navbera Rojava û Rojhilat û navendek bo dabîn kirina benzîna ew balefirên ku, ji Rojava berbi Rojhilat û beruvajî hatûçu dikin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de reşa Sûriya û Penaberên Rojavayê Kurditanê jî hate nîqaşkirin û Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hevkariya wan penaberan kiriye lêbelê heta niha dezgeh û ajansên navnetewî weke pêwîst hevkariya wan nekiriye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, niha 230 hezar Penaber li Kurdistanê ne û tê payîn ew hijmara han hîn zêdetir bibe lewre daxwaz ji Îraq û civaka navnetewî dikin ku, hevkariya wan penaberan bike.

Back to top button