Kurdên Kazakistanê pîrozbahiya Barzanî dikin

Li pey bidawîbûna hilbijartinan vê carê li Başûrê Kurdistanê, careke din Kurda serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîn. Di rewşa tevlîhev a Rojhilata Navîn da tevî ku Kurd hê ne xwediyê dewleteke serbixwe ne, demokratîkbûnana pêngavên wiha li ber çavan eyane. Karên wiha hêzê didin me Kurdên derê axa Kurdistanê ku bêtir bi hêvî bîn bo wê roja ku em jî ji xerîbistanê vegerin ser axa bav-kalên xwe Kurdistanê.
Di serî de ez serokê Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî pîroz dikim ku di hemî hevdîtin û axaftinên xwe de li ser rêz û hurmeta partiyên Kurda ji hev re bi israr bû. Bila serkeftineke wiha li gelê Kurdistanê yê jîr û şiyar pîroz be ku dîsa bi beşdarbûna xwe a berfireh gerahiyek din di dilê Kurdistana mezin de afirandin. Spas ji hemû partiyên Kurdistanê re ku di hilbijartinên vê carê de dostanî û çanda bi hev re jiyanê baştir ji her carê dane xuyanî kirin.
Li ser navê Yekitiya Kurdên Kazaxistanê û Kurdên Asya Navîn bi dil û can vê serkeftina we a di qada hilbijartinên parlementoyê de pîroz dikim.
Em gumanin, ev Yekitîya Kurda wê dijmina hejar bike, û dile her kurdekî cîhane da nûra azadîye vêxe!
Serkarê Yekitiya Kurdên Kaxazistanê
Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm
22. 09. 2013