Cîhan
Budçeya 2014 li dîroka Iraqê de mezintirîn budçeye
Amadekariyên ji bo dariştina projeyasaya budçeya sala 2014 ê Iraqê destpêkiriye û li bendê ne ku ev budçe li dîroka dewleta Iraqê de mezintirîn budçe be.
Li gor wan zanyariyên ku ajansa nûçeyiya Reuters ji jêderekî Wezareta Darayî ya Iraqê ve eşkere kiriye, budçeya giştî ya Iraqê li sala pêş de digihe 150 milyar û 100 milyon dolar, ku eve jî li dîroka Iraqê de mezintirîn budçeye.
Her wiha heman çavkaniyê eşkere kiriye ku xemilandina budçeyê li ser bingeha firoştin û dahata nefte ku ji niha de nêzîkî 3 milyon û 400 hezar bermîl rojane tê firotin û nirxa her bermîlek jî bi 90 dolar hatiye danîn.
Sala derbasbûyî jî nirxa neft bi heman nirxî hatibû danîn û budçe jî 138 milyar dolar bû.