Nivîsar

Mirina ji tirsa Coronayê

Her roj virûs û ganiyên nû têne dîtin, nav jî li wan têne danîn.
Ev vîrûsa ku niha derketiye holê û ji aliyê medyayê ve jî wek kabûsê ku di xewê de dikeve ser Kurdan, salek berê derketibû holê.
Gelo çima heta niha behsa wê nedihate kirin?

Duhî Komara Çînê eşkere kir ku ew nexweşxaneya jı bo Coronayê avakiribû, êdî pêdivî pê nemaye û hatiye ragirtin, bizişkên wê jî maskên lı ber dev û bevila xwe li pêşber Medyayê daxistine.

Le ew tirs û xetera Coronayê hêjî medyayên welatên Rojhilata Navin û yên Ewrupayê, bi berdewamî herwekî Corona bûye Gurê Manco û lı ser patika her kesî rûniştiye didin xuyakirin…

Bi meseleya Coronayê her tişt hate jibîrkirin, kul u derdên welatiyan li wan runişt, şerê li Sûriyê hate nixumandin û her kes ketiye derdê jiyana xwe…

Lı seranserê diyayê jimara kesên ji ber şoba Coronayê mirine, li dora 8 hezarî ye. Gelek ji wan kal û pîr in, bi piranî jî ji tirsan mirine.
Le bele Coronaya Sedam Huseynî 4 milyon kes dane kuştin, piştre li Iran, Iraq û li hin welatên Ereb, bi dehhezaran kes hatine kuştin, lê zêde kes behsa wan nake.

Ev Corona jî projeyek bû, wa ye li Çîne bi dawî hat, lê belê hej li Rojhilata Navîn û li hin welatên Ewrupayê berdewam e.

Li welatên Ewrûpayê nema kes êdî diçe xwaringehên çîniyan xwarin dixwe.

Se-çar roj berê ez bi rewîtiyeke balafirê diçûm welatekî. Balafir nîvenîv vala bû. Jineke fintoz ku maske li ber devê wê bû, li ber pencerê, ez jî li kursiye rewaqe bûm, kursiyê navbera min û wê valabû.

Jinikê tenê zimanê tirkî dizanibû. Riya me dirêj bû û suhbeta me jî domand. Min pirsa ku çima wê maske daye ber devê xwe kir. Weha gote min:
. Ez ne nexweş im, lê pir ji Coronayê ditirsim, lewra min mask daye ber devê xwe.

Min jê re behsa ku ev vîrûs ne wisa xeter e û vîrûsên jê xetertir di laşên meriv de hene. Lê ev behs werpixandineke siyaysî ye…
Jinikê dev pê kir û got:
. Ez pir ditirsim. Ev du roj in min xwarin jî nexwariye…

Ha ku min dît, jinikê maskeyê li br devê xwe daxist jêrê. Lê bihneke wisan xirab jê hilat, êdî min semax nekir. Di wê navê re ha ku min dît, ereboka warin û vexwarinê hate ber min. Min qehweyek jê re û yek ji xwe re wergirt. Piştî ku jinikê qehwe vexwar, ew bihn jî qediya yan jî li min rûnişt.

Tê gotin ku sûda maskeyê li ber devê meriv ev e ku nexweşî ji meriv derbasê kesekî dî nebe. Ha di vê jinikê de jî, ev gotin rast derket.

Hêvîdar im ku hemwelatiyên me xwe ji vîrûsa Coronayê netirsînin, lewra diya e Kurd ji mirinê natirsin.
Bi hêviya bizaveke xurt li pêşber hemû tehlî û tengasiyan, her şad û bextewer bin…

17/ 03/ 2020

Zeynelabidin Zinar

Back to top button