Civak

Kesên tuşbûyên Corona li tirkiye wê bigihe 30.000 kesan

Endamek ji lîjneya Zanistiya tirkiye ragihandiye ku ew pêşbîniyê dikin hejmara tuşbûyên Virusa Corona bigihe 5.000 pênç hezar kesan û paşê jî ev hejmar dibe ku bigihe 30.000 kesan.

Prof. Dr. Alpay Azap Endamê Lîjneya Zanistiya tirkiye di daxuyaniyek de ragihandiye ku di navbera 3-4 heftiyan de ew pêşbîniya wê yekê dikin ku hejmara tûşbuyên virusa Corona li tirkiye bigihe 5.000 kesan, paşê ev hejmar bi giştî bibe 30.000 sîh hezar kesên tûşbuyî.

Her çende eve daxûyaniya rayedareke, lê belê gelek pîspor û şareza pêşbîniyên zêdetir jî dikin û ewan bawerî bi daxuyaniyên Wezîrê Tendirustiya Tirkiye nîne, her çende ew dibêjin heta niha yek jiyana xwe ji dest daye, lê rastiya vê hejmarê gelek zêdetire û tirkiye ji ber xerabtirbûna rewşa aborî naxwaze amarên rast û dirûst belav bike.

Her wiha pîspor hişyariyê didin û dibêjin baştirîn rêya xwe parastinê eweye ku ji civakê dûr bikevin û peywendiyên xwe li gel mirovan kêm bikin, ji ber ku kes agahî li xwe nîne, gelo hilgirê viruse yan na, her wiha gelek kes bi nezanîn virusê belav dikin. Ji ber wê yekê jî xwe ji civat û kombûnan biparêzin û neçin cihên qelebalix.

Back to top button