CîhanRojev

Mesrûr Barzanî li gel Hakimê Îmarat a Res El Xeyme li Îmaratê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 26ê Adara 2022yan ligel Mîrê Res El Xeyme “Şêx Siûd bin Seqer” civiya.

Di civînê de ku Cihnişînê Ras El Xeyme Şêx Mihemed Bin Siûd El Qasimî amade bû, guftûgo derbarê derfetên pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Ras El Xeyme û Îmaratê bi giştî hatin kirin, bi taybet di warên veberhênan û pîşesaziyê de. Her du alî hevnêrîn bûn ku di pêwendî û hevahengiyê de berdewam bin ji bo ew babetên cihê girîngiya hevbeş in.

Di serdana xwe ya ji bo Îmaratê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê beşdarî Foruma Cîhanî ya Enerjiyê bibe, ku rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubey birêve diçe.

Ev yekem hevdîtin e ku Mesrûr Barzanî di vê serdana xwe de li Îmaratê ji aliyê Mîrê Res El Xeyme “Şêx Siûd bin Seqer” ve bi Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin û ligel wî civiya.

Res El Xeyme yek ji mîrekiyên Îmarata Erebî ye, ku navçeyeke girîng a pîşesazî ya Îmaratê ye û bi kelûpelên avahîsaziyê ve bi nav û deng e.

Biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî beriya destpêkirina Foruma Cîhanî ya Enerjiyê, li Îmaratê çend hevdîtinên din ên girîng encam bide.

Back to top button