Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê rûniştina taybet a ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê ji bo roja Çarşemê paşxistin.
Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, rûniştina taybet a ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê ji bo roja Çarşemê 30ê Adarê 2022yan hat paşxistin, lê di parlamento beriya dê roja Duşemê jî bicive.
Bi mebesta hilbijartina Serokomarê Iraqê, parlamentoya Iraqê îro civiya û di rûniştina îro ya parlamentoya 202 parlementer beşdar bûn, lê 126 parlementerên Çarçoveya Hevahengiya Şîe û pêkhateyên din ên Sunne û Kurdistanî boykot kirin.
Ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê, ji 329 parlementeran pêwîst e du li ser sê ango 220 parlementer di rûniştinê de amade bibin.
Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ku ewta Sedir, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Serweriya Suneyan pêk tê û hin kesên serbixwe û baskên din di rûniştinê de amade bûn.
Ji bo posta Serokomarê Iraqê, 40 berbijêr hene, lê yên herî diyar, berbijêrên PDK û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne. Her du partiyên Kurdistanê, bi berbijêrên cuda çûne Bexdayê.
Rêber Ehemd berbijêrê PDKê ye, ku di dema pêkanîna Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştimanê de weke berbijêrê wê hevpeymaniyê hate ragihandin.
Berhem Salihê, Serokomarê niha yê Iraqê jî, berbijêrê YNKê ye.