Nivîsar

Medya PKKê ji derewa têr nabe

Nûçeyeka malpera fermi ya Qendîlê de hatî ragihandin dide xûyakirin ku, qaşû serokê Herêma Kurdistanê ji serokwezîrê Iraqê daxwaz kiriye , da ku PKKê bêxin lîsteya terorê de. Malpera Lêkolîn dide xûyakirin ku ev îdîa ji aliyê ajansa Al Akbar ve hatiyê kirin. Al Akbar ajansa  milîsên Şîe ye.

Ji berî her tiştekî serokê herêma  Kurdistanê dema serdana Bexdayê kirî cîgirên wî  jî wek nûnerên YNKê û Goran li gel wî bûn. Nêçîrvan Barzanî hemû serdana xwe ya Bexdayê bi awayek şefaf , vekirî li ber çavê medyayê pêkanîne. Piştî hemû hevdîtinan sekreterê ragihandina serokê herêma Kurdistanê daxûyanî di derbarê naveroka civînan de dane. Naveroka van hevdîtinan di malpera fermi ya serokatiya herêma Kurdistanê de hatine weşandin.

Lekolîn dixwaze çi bike? Ji berî hemû tiştekî ev siyaseta PKKê ya ku her aliyekî yanî kesayetekî bêxe di bin îthama de kifşe. Lê ev kevnare bûye. Hêdî herkesek dizane armanca PKKê ya astengkirina berjewendiyên netewî  eşkere bûye. Lê dema pêşketinek di siyaseta desthilata Kurdistanê de çêdibe PKK aciz dibe. Taybetî dezgehên desthilata herêma Kurdistanê hezim nake û qebûl nake.

Di serî de Amerîka û hemû welatên Ewropa yên di Yekitiya Ewropayê de eve dehê salane PKK wek rêxistinek terorist îlan kirine. PKK di lîsteya Terorê de ye. Veca vê yekê bi awayek bê ehlaqî nabê hewlbidin bi Nêçîrvan Barzanî ve girê bidin.

Divê PKK baş bizanibe ku Nêçîrvan Barzanî serokê Kurdistanê ye. Cîhan hemû siyaseta ku Nêçîrvan Barzanî rêve dibe baş dişopîne. Ji aliyek din erkek ya serokatiya herêma Kurdistanê jî ewe ku serweriya Kurdistanê biparêze û gelê Kurdistanê himaye bike. Dîtinên Nêçîrvan Barzanî di derbarê şerê di avbera çekdarên PKKê û artêşa Tirkiye  li herêma Kurdistanê de gelek zelale. Bi dehê cara Nêçîrvan Barzanî ev dîtina xwe aniye ziman û li himber medyayê helwesta Kurdistanê daye xûyakirin.

Ji aliyek din ne bi tenê PDK li Kurdistana Başûr desthilate. YNK û Goran jî beşek ji desthilatê ne. Lê PKK li gora xwe hevalbendiya YNKê dike û li dijê PDKê bi dezenfarmasyona şerê medyatik dike. Tê zanîn ku gelek eşkera PKK xwe amade dike ku, şerê PDKê bike. Her dema firsenda xwe bibîne , dê êrîşê PDKê bike. Di bingehê xwe de herkes vê yekê dibîne lê mixabin newêrin behsê bikin û di vê derbarê de helwesta xwe eşker bêjin.

Gelek vekirî PKK serweriya başûrê Kurdistanê nasnake û şerê wê dike. Ew alîyên ku desthilata herêma Kurdistanê diparêzin, yên ku dibêjin divê em destkeftîyên başûrê Kurdistanê wek bîbuka çavên xwe biparêzin,nabe bê deng bin. Divê li himber hemû tehlûke û êrîşên li ser destkeftiyên Kurdistanê xwedî helwest bin.

Nûçe/analîz

Rojevakurd

Back to top button