Polîtîk

Sefîn Dizeyî li gel Nûnerên Kurdistanê li derveyê welat civiya

Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Nûnerên Hikûmeta Kurdistanê li derveyê welat bi awayeke video konferans civiya.

Li civînê de di derbarê rûdan û pêşhatên siyasî, aborî, tendirustî, miroyî ya li Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

Her wiha hengavên proseya çaksazî û pêşxistina peywendiyên li gel civaka navdewletî mijareke dinê van guftûgoyan bûn.

Back to top button