Lîstoka metirsîdar ya tirkiye li Rojhilata Navîn

Mike Johnson lêkolîner û nivîskar li warê karubarê Rojhilata Navîn û nivîskarê sê pirtûkên di derbarê gengeşeyan babetek li malpera Gulf Today ni navnîşana “Lîstoka metirsîdar” belav kiriye û behsa ewe dike ku Receb Tayib Erdogan Serok Komarê tirkiye li rêya belavkirina hêzên xwe yên li Bakûrê Sûriye, Iraq, Lîbya û bi cîhkirina helmeteke serbazî ya li wan navçeyan dixwaze dûbare agir li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa geş bike bo ku êdî aramiyê bi xwe ve nebîne. Eve jî yariyeke metirsîdare û wiha dike ceng û wêranî berdewam bibe.
Her wiha nivîskar balkişandiye li ser wê yekê ku ew serkêşiyên Erdogan bi artêşa xwe dike ya ji bo hatina nava Sûriye, Iraq û Lîbya, ji bilî wê li Sûriye û Iraqê bi hêceta dijayetiya Kurdan wan hengavan diavêje, li Lîbya jî dixwaze navçeyê ji bo berjewendiya xwe kontrol bike ku li bingehê de ew sê welat ji aliyê welatên Erebî ve û li gor tixûbên navdewletî hatiye kişandin wekî beşek ji niştimanên Erebî ya mezin tê temaşekirin. Her çende helwesta welatên Erebî tenê li çarçêweya axaftin û bi tevahî şerminaneye.
Di derbarê êrîşa vê dawiyê ya tirkiye li ser navçeyên tixûbiyên Iraqê, nivîskar balkişandiye li ser wê yekê ku bi cîh kirina operasyoneke berfireh ya bi navê Pençeya Eylo, bi cîhkirina wê ya ji aliyê hêzên bejayî û asmanî ve pêşveçûneke mezine li siyaseta derveya tirkiye. Ji ber ku ew operasyon li Şingalê heta Qendîlê aliyê dinê tixûbê Iraqê li gel Îranê kiriye armanc û her wiha wargehên penaberan jî li Mexmûrê bombebaran kir ku eve jî bi tevahî berevajiya bingehên mafê mirovan û yasayên şer û cenge ku welatên din ji tirsa gefên Erdogan bi tevahî xwe bêdeng kirine û hîç helwesteke tund di derbarê wan êrîş û binpêkirinên navdewletî tûne.
Niha tirkiye neh hezar metrê çar goşe axa Sûriyê dagîr kiriye û bi berdewam jî hêz û çekên giran dişîne Sûriye û hejmara grûpên çekdarên tundrewên hevpeymanên xwe zêde dike û dixwaze berfirehiyeke zêdetir li Sûriye bike. Ji bilî wê yekê ku li gor peymanên li gel Moskow û Washington, êrîşên tirkiye ya li ser Sûriye hatiye rawestandin, lê belê li bingehê de êrîş berdewamin. Eger li rûyê serbazî ve jî nebê, li rûyê demografya ve bi tevahî mijulî guherîna rûyê navçeyê ye bi anîna rêjeyeke zêdeyê tirkan ya navçeyê û bi cîh kirina Erebên hevpeymanên xwe vê guherînê pêktîne.
Li gel van hemûyan jî tirkiye berfirehiya xwe ya li tixûbên Sûriye û Iraqê nehiştiye ku herdem bi hêceta Kurdan bikaraniye, belkû yek ji wan welatên ku zêdetirîn hêz li ser axa Lîbyayê belav kiriye. Eger cîhan berê li ser Iraq û Sûriye ji ber tevgerên çekdarîxwazên Kurd ve xwe bêdeng dikiribe, lê belê niha bi hêceta tirkiye ya Lîbya çî ye. Ew hemû hêcet bê bingehin û tirkiye dixwaze navçeyê bi tevahî bişewitîne û hîç demekê dû ya wêraniya bajaran li welatên navçeyê bi dawî nebe.
Bi awayeke din armanca Erdogan û tirkiye gelek stratejîtirîn ku mirov hizra xwe lê dike. Ewan li hemû welatên navçeyê hizra (Îxwan Muslîmîn) Birayên Misilman çandine û wekî mileke veşartî her dema ku bixwazin wê bikarbînin. Ewê niha jî li Lîbya rû dide, destpêka bi cîhkirina wê stratejiyê ye ku berê rûyê rastî ya xwestekên tirkiye û planên wê dernediketin. Lê belê niha rûn û zelale ku li rêya Birayên Misilman ve dixwaze nakokî û ceng û gengeşeyê li tevahiya navçeyê peyda bike.
Çawa li Lîbya li aliyeke dinê bi tevahiya xewna tirkiyê ye, ew jî pêkhatiye ji mezinkirina tixûbên xwe û gefan li ser Ewrupa. Ji ber ku niha neku her tenê li rêya tirkiyê ve dikarê penaberan bişîne Ewrupa, belkû li rêya Lîbya ve jî dikarê gefa şandina penaberan bike û Ewrupa bi tevahî bitirsîne.
Erdogan bi Trumpê Rojhilata Navîn tê binavkirin, bi tevahî zîrekaneye Ji ber ku ew jî wekî Trump tu demekê naxwaze navçe aramiyê bi xwe ve bibîne û hîç tiştekî bi dest ve nemîne û êrîşa welatek dike yan ji peymannameyek vedikêşê û cîhanê tûşî kêşeyan dike. Pêwîste civaka navdewletî gelek hûrtir hizra plana tirkiye bikin, ji ber ku her bi wê yekê ranawestê û ew dixwaze deryaya navîn(Deryaya Spî) li aliyê Bakûrê Efrîqa ve kontrol bike. Bi vê yekê jî Misir, Tunis, Îsraîl, Lubnan û Sûriyê bi tevahî dorpêç bike. Ji ber ku keştiyên cengî li deryaya navîn belav dike û gefên zêdetir û berfirehtir li ser Rojhilata Navîn dike. Ji bilî wê jî wekî Trump niyeta wî ewe nîne ku piştî du xulên Serokayetiyê jî desberdarê kursiya desthilata tirkiye bibê û plan ji bo mayîna herdemî datîne.
Baz Ehmed