Nivîsar

Mamosteyê Xweşikok

Dema ku me dest bi weşana vê rojnameyê kir, ji wê demê heta niha ez dersa rojnemevaniyê distînim. Tû gazinca min tuneye, di çapemeniyê de ji min herî baştir sed kes hene ku dikarin vê rojnemeyê derxin, ez vê gotinê wekî henek û ken  nabêjim , bi rastî bi bawerî, ji dil û can dibêjim.

Xwezî rojnemeyek wisa wan  derxistibûya û min jî bixwenda, min ê bêtir hilbijarta, lê wisa çênebû.

Ez dersên xwe yên dawî jî, derbarê belgeyên Stratfor û gelo mirov çawa dikare Serokwezîr re biaxive de distînim.

Ya ecêb ew e ku her tim ji min re pêşniyara “ bêdengiyê” dikin.

Li Daglica yê jî, Li Aktutunê jî, Li Hantepeyê jî, Dı doza Ergenekonê de jî, Di doza Balyozê de jî, li Qilebanê (Uludere) jî, derheqê şewirmendê Serokwezîr de jî timî şîretên heman distînim û wek hevin “wan ne weşîne”

Berê şîret ji aligirên generalan dihatan, lê niha heman şîret ji rojnemevanin Serokwezîr tên, “xwedîhêzan aciz neke”

Berê General wisa digotan, lê niha jî Erdogan heman tiştan dibêje, “ez dikarim her tiştî çêbikim, hesabê tiştek jî ez nadim”, min berê ji generalan re çi digota niha heman tîştî ez ji Erdogan re dibêjim, “hûn nikarin her tiştî çêkîn, hûn çibikîn hûn ê hesabê wê jî bidin”

Kurtasîya lecê eve.

Ez dibêjim “ divê rêvebir hesabê bidin”, yên ku rojnemevaniyê nîşanî min dikin jî bila ew jî  “nedin, dibe ku tu niha rexne bikî şuna wî tiştin herî ne baş ê werin” bi vê gotinê ve min ditirsînin.

Di navbera generalên ku hesabê kûştiyên Aktutunê nedan  û Erdoganê ku hesaba kûştiyên Qilebanê nedan de çi ferq heye ?

Di navbera yê gotî ku derbarê “ plana qedandina AKP û Gulen” de “ev parçê Kaxezê ye” û yê ku gotî “şewirmendê Serokwezîr çavkaniya me yê herî mezin e, em ê çavkaniyên xwe peywirdar bikin”  û yên gotin ku ji belgeyên Stratforê re “ paşgotin” de çi ferq heye ?   

Dema ku me derbarê bûyera Aktutunê de nivîsî, generalên wê demê ji me re gotîbû “kanc”(küstah), niha jî me belgeyên Stratforê weşand, Serokwezîr ji me re dibêje kanc (kustah) niha ji we pirs dikim, gelo di navbera general û  Serokwezîr de çi ferq heye ?

Dema ku min bersîvê dida wan kesên ku hedê xwe nizanin, aligirên wê heyamê jî min re digotin “ tu nikarî generalek re wisa biaxivî”, aligirên niha jî dibêjin “ bi serokwezîrek wisa mezin re tu nikarî biaxivî”

Dema ku Serokwezîr bi nivîskarek re wisa bi awayekî hedê xwe nezan ve diaxive ji wan re asayî tê, lê dema ku nivîskarek ji Serokwezîr re bibêje “were ser xwe” di cih de berçav dibe, ji bo çi gelo ?

Di zana min de di navbera min û yên ku rojnemevaniyê hînê min dikin de, “di warê fêhm kirina giraniya hîyeraşiyê de’ cûdatiyên giramîyê hene, em, dizanin ku hûnermend, nivîskar, derhêner û yên ku bo mirovên bê hêz  şer dikin” mirovên girîngin, her dem cihê wan li ser serê me heye, em wisa mezin bûne.Li gor fêhm kirina me cihê siyaset medara pirr xwar e.

Min di jiyana xwe de heta niha tu caran  nedît ku tu biyografiyê de, pîrtûka Dîrokê de, min ne xwendiye ku ji bo nivîskarek, ji serokwezîr re rêz digre, bê pesn kirin; lê berevajî ez zehf rastî siltanan, Qralan, serokwezîran  hatime ku  ji bo ku ji nivîskaran re , ji hûnermendan re rêz digrin, hatine pesn kirin.  

 

Serokwezîr jî tên diçin, ger karen baş çekin ê bên bi bîr anîn, ger karên ne baş çekin ê bên rexne kirin

Ji Erdoganê ku beriya referandûmê re çêpik lê didim, lê ji Erdoganê îro re jî heta dawiyê ez dikarim rexne bikim.

Bila aştiyê bîne vî welatî, demokrasiye bîne, “ bila mafê feqîran biparêze” yên ku li Qilebanê hatin kûştin, bila ji Dînk, ji bo ku zagonên YE nehatin qabûl kirin, karkerên ku mirin re, bila ji mafê Kurdan, mafê elewiyan re xwedî derkeve, çi giramî û rêz girtin pêwîst be ez ê nîşanî wî bikim, çimkî hingê ez bawerim ku giramiyê heq dike lê niha bi tiştin kirîn ve giramiyê heq nake.

Min tu cara giramî ji helwesta “ ez hesabê nadim gel” re ne girt, ji vê pêve jî ez nagrim

Ez dikarim her belgeyên ku rûyê rêvebirên vî welatî derdixe holê biweşînim.

Ez mamosteyên xwe yên nû gelek baş nas dikim, hez ji wan jî dikim, di nav wan de yek xwediyê pênûsê ku nêzî edebiyatê ye j imin re got ku “min giraniya xwe winda kiriye”, ji wî re anekdotek vebêjim; rojekê Necîp Fazil ji bavê min re gotiye “Çetinê min”, “ ez nakevim, çima tu dizanî çimkî ez li erdê rûdinim”

Ez giraniya xwe winda nakim çimkî giraniya min tunehe,heta îro çênebû, tu caran jî çênabe, jixwe zilamên ku giraniya wan heye ez hez ji wan nakim, ez hez ji sivikahiyê dikim.

Ez dibinim yên ku aqil hînê min dikin, giraniyek a wan heye,dema mirov ji dûr lêdinêre, hûn dibe qey giraniya zêncîra ku li stoyê wan ve hatiye pêçan kêşênin, ji ber wê giraniyê serê wan tewiyaye.

Dema ku nikaribin serokwezîr rexne bikin, nivîskaran rexne bikin, dîmenek wisa derdikeve holê

Eger hûn derheqê min de çi binivîsî, di heman şêwazê de ,derheqê serokwezîr de hûn bikaribin binivîsin, hûn ê ji wan zêncîran xwe xilas bibin, hûn serê xwe jî natewênin, wê sere we bilind be, hûn ê giramiyê jî ji her kes bibinin. 

Şûna giranbûna bi zincîra serokwezîr, werin bi azadiya xwe sivik bimînin. Dê ev çêtir li zilamê serbilind ê di xiyalê we de were.

Lê biryar ya we ye.

Bi qasî fêhm kirina min ,di encamê de ka çi dikare bê kirin neyê kirin hûn hemû ji min baştir dizanin.

Yek din jî, fermo wêrekiya  xwe di mijara Qilebanê de jî nişan bidin, lê dema yek bêje ‘hişt’, nerevin.

 

Ahmet Altan

 

Taraf-Xeberênkurdî

Back to top button