Polîtîk

N.Barzanî: Em rêzê li biryara Goran digirin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hevdînek li gel Newşervan Mistefa pêkanî da xuyakirin ku ew rêzê li biryara wan ya nebeşdariya hukumeta nû de dike.

Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Îmad Ehmed li bajarê Silêmaniyê serdana nawenda Tevgera Goran kirin û li gel berpirsê Goran Newşervan Mistefa hevdîtinek pêkanîn. Di vê hevdîtinê de tevlîbûna Tevgera Goran ya  qabîneya nû ya hukumeta Kurdistanê û herweha rewşa qabîneya nû hate gotubêj kirin.

Piştî dawîbûna hevdîtinê serokê hukumetê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da û got: Helwesta Tevgera Goran zelal e. Ew wek hêzek ya opozisyonê derveyî hukumetê dimîne û beşdariyê pêkanîna qabîna 7-ê nake.

Wek din Barzanî got: Em rêzê li biryara Goran digrin.Me asteke mezin di navbera beşdarî û ne beşdariya hukumete heye ku em bi hevre ji bo berjewendiya xelkê Kurdistanê kar bikin.

Barzanî da xuyakirin ku, Goran bi rexneyên xwe dikare hevkariya hukumetê bike.

Nêçîrvan Barzanî berdewambûna axavtina xwe de got: Beşdarbûn û ne beşdarbûna hukumetê bi  tevgera Goran ve girêdaye.Goran di parlementoyê de xwedî 25 kursiyan e.Ew dikarin li gel hêzên din çavderiya karê hukumetê bikin ew gelek tiştek asayîye ku bi rexneyên xwe jî arîkariya hukumetê bikin.

 

Rojevakurd

 

 

Back to top button