Nivîsar

Ma “Modela Başurê Kurdistanê” niqaşkirin bê wext e?

Ma “Modela Başurê Kurdistanê” niqaşkirin bê wext e?

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Li Tirkiyeyê li ser makezagonek nû niqaşe demek dirêj e, ku dom dike. Makezagon, peymana civakî ye. Di navbeyna tervayî hemwelatiyan û grubên neteweyî û etnikî yên cihê de pêk te.

Makezagon nayê wê mane ye, ku ji bona dewletê peymanek çêkirine. Makezagon terîfe dewletê ye û loma jî dema ku hemwelatiyan xwast dikare dewletê jinûve ava bikin û naverokek nû bidin dewletê. Model û dezgehên dewletê, berpirsiyariya dezgehan, pêwendiyên di navbeyna dezgehan dê çawa bibin, desthilatdariya siyasî dê çawa teşkîl bibe, ji bona ku dewlet demokrasiyê dipejirîne, mafên civatên neteweyî û etnikî dê çawa bibin, Kerektera meclîsê, şikl û metoda hilbijartinê, xebata meclîsê, sîstema partiyên siyasî û hemu xalên din yên girîng di makezagonê de tên terîf kirin. Heger sîstema parlamenter an jî sîstema serokatî dê bê pejirandin, ew jî di makezagonê de tên terîf kirin.

Piştî ku Makezagon wek peymanek nû derket holê û bi referanduma gel hat pejirandin, girêdayî makezagonê hemû qanûn û rêbaz jinûve ji aliyê parlmaentoyê de tên guhertin û tên çêkirin.

Neteweya kurd li Tirkiyeyê bindest e, welatê kurdan hatiye dagirkirin, kurd ji hemû mafên neteweyî bêpar in û di bin şerttên metîngehkarî de, di şertên bê statu de jiyana xwe dom dikin. Li pêş neteweya kurd du rê hene. Riya yekemîn, neteweya kurd ji bona dewletek serbixwe raste rast xebat û têkoşîna xwe didomîne. Wê demê kurd, li Tirkiyeyê ji bona makezagona nû nabin teref. Riya duyemîn, neteweya kurd dê di heman dem de ji bona ku bi neteweya tirk û bi civatên din yên kêmneteweyan re li Tirkiyeyê bijî, wê demê kurd li Tirkiyeyê di pirsa makezagonê de divê bibin teref.

Li Bakurê Kurdistanê ev herdu opsiyon jî hene. Ez jî û piraniya kurdan jî li aliyê opsîyona duyemîn in. Loma jî em di pirsa makezagonê de teref in û divê em li ser makezagonê niqaşe bikin, pêşniyar û modelên xwe pêşkêşî reya giştî bikin, wek terefa kurd bi projeyek mişterek li ser maseyê rûnin û ji bona ku makezagonek nû bê pejirandin xebat bikin.

Ez dikarin bibêjim ku deh sal zêdetir e ku bi germî li ser makezagonê pêşniyar û model tên pêşkêş kirin. Bes min bi xwe bi dehan nivîs di derbarê makezagonê nivisandiye û di televîzyon û konferransan de gelek caran ez jî di niqaşa makezagonê de bûm teref.

Ji bona ku di derbarê makezagonê de bîrûrey û pêşniyarên xwe em bikarîn pêşkêş bikin, divê em beriya her tiştekî model û sîstemek nû ya civakî û siyasî bipejirînin.

Ji bo vê yekê jî, divê li dinyayê hemû sîstemên demokratîk, bi taybetî jî sıstemên demokratîk ku gelek netew bi hev re jiyana xwe didomînin, bên analîz kirin û ji wan ders werbêgirtin.

Li Tirkjiyeyê di derbarê makezagonê de reya giştî ya xurt daxwaz dike ku dewleta unîter dom bike û di hundirê dewleta unîter de maf û azadiyên kesayetî û grubî dê bên tespît kirin. Mafên kurdan jî di vê çerçovê de bên terîf kirin. Helbet di nav vê konseptê de nûansên cihê hene. Lê ew nûansan nabin sedem ku sıstemek nû ava bibe.
     
Tirkiye ji bona ku dixwaze, ku bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê, divê di destpêkê de ji bona makezagonê li ceribandinên welatên Ewrupayê were mêze kirin. Di serî de jî ceribandina Belçîkayê û Îspanyayê girîng e. Wek welatê Ewrupayê ceribandin û sîstema Swîsreyê jî girîng e.

Li cem vê yekê divê li ceribaninên din yên dinyayê, ceribandina Yekîtiya Sovyetê ya kevn, Yugoslavyaya kevin, Kenedayê, Qibrisê û li ceribandinên din yên dinyayê jî were mêze kirin.

                                                     *****

Ji bona Tirkiyêyê û Bakurê Kurdistanê ceribandina dewlata federal ya Iraqê û dewleta federe ya Kurdistanê jî gelek girîng e. Piştî sala 2005-an ez di nivîsên xwe de, di programên telewîzyonan de, di konfeansan de li ser vê modelê radiwestim. Lewra ev modela nêziktirî me ye û ev modela dikare ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re bibe modelek diyar. Helbet modelbûna wê raste rast û sedî-sed modelbûnek nîn e. Lewra şertên Bakurê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê ji gelek aliyan de jî, ji hevûdu cûda ne.
 
Loma jî ji bona hemû kurdan, Modela Iraq û Başurê Kurdistanê jî gelek girîng e. Hezar mixabin piraniya kurdan li ser modelên din rasdiwestin, lê li ser modela Iraqê û Başurê Kurdistanê ranewestin.

Piştî ku “Kongreya Civakî ya Demokratîk”, “Xweseriya Demokratîk” îlan kir, li ser modêlan niqaşe girîngtir bûn. Girêdayî van niqaşeyan, modela Iraqê û Başurê Kurdistanê jî hat rojevê.

Berpirsiyarên sê partiyan li ser vê modelê nerînên xwe diyar kirin.

Serokê Giştî yê KADEPê Şerefettîn Elçî dibêje ku li ser modela Iraqê û Başurê Kurdistanê rawestandin zû ye. Beriya vê modelê divê berpirsiyarên desthilatdarî û şeradariyan zêde Beriya vê modelê divê berpirsiyarên desthilatdarî û şeradariyan zêdeû fireh bibin. Elçî wusa dibêje: “….Di bernameya partiya wan de sîstema federalî wek çareserî hatiye danîn. Divê mirov li ser lêkolîn bike ka modela Başûr li Bakûr pêkane ye yan na.”

“Tirkiye niha di pêvajoya amadekirina makezagoneke nû de derbas dibe. Eger rêvebiriya herêmî ya ku jê re dibêjin rêvebiriya ademî bikeve makezagone Tirkiyeyê, wê gavê nîqaşkirina modela fedaral hêsantir dibe.”

“Li gor makezagona heyî sîstema federal li dijî sîstema unîter e. Eger makezagon bê guhertin û rêya rêvebiriyên herêmî bê vekirin, wê gavê gelek tişt wê bên nîqaşkirin. Wê gavê federasyon jî, xweserî jî dibe. Dibe ku em gav bi gav sîstema federalî bicîh bînin. Lê ev hemû ne mijarên îro ne, dema ku makezagon bê guhertin wê ev mijar bikevin rojevê.”

“Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel da zanîn ku Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê mînakek germ û nêzîk e û herwiha mînakek girîng û balkêş e. Lê nabe ku modela Başûr rasterast li Bakur bê pêkanîn û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku şert û mercên dîroka Îraqê û yên Tirkiyeyê ji hev cûda ne. Îraqê piştî şerê navxweyî û mudahaleya derve makezagoneke wiha amade kir. Eger tiştek wiha li Tirkiyeyê çêbibe, tenê bi dînamîkên navxweyî û hevdîtin û pêwendiyên hundirîn çêdibe. Başûr dikare bibe modeleka wiha. Li wir li cihê ku Kurd zêde ne, organeke federal heye. Li wir jî, li derveyî Herêma Kurdistanê, li deverên din Kurd dijîn. Li Tirkiyeyê jî hejmareke zêde ya Kurdan li Çukurovayê, li Anatoliya Navîn û Marmarayê dijîn. Hinek vê yekê li pêşiya damezirandina federasyonê wek astengiyek nîşan didin, lê hêjî li Kurdistanê hejmarek mezin a Kurdan heye. Lewma ji aliyê cografîk de modela Başûr dibe mînak. Dibe ku li Kurdistanê rêvebiriyeke ji Kurdan pêk tê hebe û kêmnetewên din jî xwediyê hemû mafên xwe bin. Herwiha Kurdên ku li rojavayê Tirkiyeyê dijîn wê mafên xwe yên siyasî û kulturî karibîn bi kar bînin.”

Serokê BDPê Geylanî li dijî modela Iraqê û Başurê Kurdistanê ye. Ew li hemberî modela Iraq û Başurê Kurdistanê, “Xweseriya Demokratîk” diparêze.         Ew dibêje ku “di makezagona sala 1921ê de bo Kurdan soza xweseriyê hatibû dayîn lê ligel di navberê de nêzîka sed sal derbas bûn jî, ev proje nehat pêkanîn. Geylanî got ew dixwazin çareseriyê bi hevkariya hêzên demokratîk yên Tirkiyeyê re pêkbînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em Xweseriya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan dixwazin, herwiha em dixwazin azadî û demokrasî bê seranserê Tirkiyeyê û komar bibe komareke demokratîk. Bi qasî ku ji Kurdan re em “Xweseriya Demokratîk” dixwazin, ewqasî ji Laz û Çerkezan re jî dixwazin. Ev projeya me pir ji sîstema federalî ne cûda ye. Ya girîng ew e ku di demekê û cihekî rast de çareseriya rastîn bê xwestin. Em di pêvajoyeke weke niha de vê sîstemê pêşniyar dikin, lê gel di pêşerojê de çi dixwaze, dem û şert û merc çawa tên guhertin, wê hemû tişt di rêya xwe de bên zelalkirin.” (Malpera Rizgarî)

Di encamê de ew xwe disipirîne sıstema Kemalîst.

Nuha li ser modela Iraqê û Başurê Kurdistanê niqaşe wek tê gotin ne zû ye û tam wexta we ye. Divê em modela Iraqê û Başurê Kurdistanê her dem bidin ber çav û jê sud werbigrin.

Amed, 27. 08. 2011

Back to top button