Diyaloga navbera Mesûd Barzanî û Zelamy Xelîlzade 2003
Di dema amadakariyên şerê azadkirina Îraqê li sala 2003ê de, ji aliyê Amerîkayê ve hewildan hat kiirn ku hêzên arteşa Tirkiyeyê jî beşdarî şerê jinavbirina rijêma diktatoriya Sedam Hisên de bike, lê serokatiya herêma Kurdistanê û bi taybetî şexsê Mesûd Barzanî li dijî wê pêşniyara Amerîkayê derket.
Li ser vê mijarê serokê Amerîkayê yê wê demê nûnerê xwe Zelamy Xelîlzade hinar Kurdistanê daku bi Barzanî re danûstandina bike û Barzanî razî bike ku hêzên Tirkiyeyê jî digel hêzên Amerîkayê ji bakûr li dijî Îraqê şer bikin û ji bakûr ber bi Bexdayê ve biçin.
Ev diyaloga di navbera serok Mesûd Barzanî û Zelamy Xelîlzade çê bû:
Xelîlzade: Du lîwayên leşkerê Tirkiyeyê dê digel hêzên me daxilî Îraqê bin.
Mesûd Barzanî: Ev karekî gelek metirsîdare.
Xelîlzade: Hêzên tirkî dê digel hêzên me daxil bin
Barzanî: Nê metirsiya di wê yekê de ye ku dê digel we bin. Her tiştekî rû bide hûn jî dê li dijî me rawestin û me bi terorîst binav kin.
Xelîlzade: Eger hêzên Tirkiyeyê bi tenê daxil bin?
Barzanî: Xweda bike wesa be.
Xelîlzade: Çima?
Barzanî: Kitek bi tenê jî ji wan hêzên tirkî venagere Tirkiyeyê.
Piştî vê hevdîtina Zelamy Xelîlzade digel Mesûd Barzanî û îsrara Batzanî li ser wê yekê ku bi tu awayî nabe hêzên Tirkiyeyê beşdarî şerê azadkirina îraqê bibin, Amerîkayê rê neda hêzên Tirkiyeyê beşdatirê bikin û li hember vê helwesta Amerîkayê, parlamentoya Tirkiyeyê jî rê neda ku hêzên Amerîkayê di rêya Tirkiyeyê ji bakûr ber bi Bexdayê biçin û bo sedemê alozbûna têkeliyên her du aliyan.
Arşîv/Rojevakurd