Cîhan

Surî: Roja înê 23 kuştî

Doh roja înê li gelek bajarên Surî xelk daketin meydana û rejima Esed protesto kirin. Li bajarên wek Hamayê, Humis, Heleb, Dera,Şam û gelek deverên din xelk wek her carî, piştî mêja înê derketin derve û doza roxandina rejîmê kirin.

Hêzên çekdarên Surî cardin bi hişkahî êrîş birin ser xwepeşenderan û  li gora agahdariyên ji aliyê çelekvanên mafê mirovan li surî 23 kes hatine kuştin û gelek birîndar hene herweha hêjmara girtiya û akîbeta wan nayê zanîn.

Xwepêşandanên Surî 15-ê Adarê destpêkirine û heta niha  li gora gahdariyên çelekvanên mafê mirovan 2.200 kes hatine kuştin û bi hezaran birîndar bûne û dehên hezaran xelk hatine girtin.

Back to top button