Serok: Divê PKK-Tirkiye û PJAK-Îran şerê xwe ji me dûr bixin
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî serdana devera Raniyeyê ku denek ketiye ber êrîşêm balefirên şerî yên Tirkiyyeê û topên komara Îslamiya Îranê, kir û bi hevwelatiyên deverê re civiya. Di serdana xwe de, serok Barzanî beşdarî merasima sersaxiya 7 qurbaniyên bombên balefirên tirkiyyeê kir û ji malbatên şehîdan re got:
– Şehîdên we şehîdên me ne û şehîdên tevahiya Kurdistanê ne û perseya wan jî perseya tevahiya Gelê Kurde lewre em jî perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û pêşkêşî xwe jî dikin
Serok behsa şerê navbera PKK û Tirkiyeyê û PJAK û Îranê de kir û got:
– Me gelek hêvî dikir û dixwest ku, li devera me de ti şer û naaramî û nakokî nemîne, jiber neminmkine bi şer dawî bi wan kêşeyên heyî were, me di vî warî de gelek hewl dan daku, hem PKK û Tirkiye û hem jî PJAK û Komara Îranê bigehêjin çareseriyeke aştiyane.
– Ez dixwazim livir de tiştek bi eşkere bibijêm, em bi ti awayî nabin beşek ji vê şer û nakokiyan û herêma Kurdistan jî bi ti awayî nebe beşek ji şerê navbera PJAK û Îran û PKK û Tirkiye
– Daxwaz dikim ku, şerê xwe ji herêma Kurdistanê dûr bixin, jiber ku, em jî nikarin ji niha pêde her weke temaşewan li rewşê binêrin û li berçavên me de hijmarek weke ev ezîzên han li berçavên me de di bin topbaran û bordiman kirina balefiran de parçe parçe bibin
– 400 gundên Kurdistanê heta niha ji ber teqeteqa PJAK û Îran û PKK û Tirkiye nehatine awedankirin. Emê heta kengê vê yekê qebûl bikin?
Ev li jêr hemû teksta axavtina serokê Kurdistanê ku ji KTV hatiye wergirtin:
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Birayên birêz û xweşikên azîz silavên Xwedê li we bin û înşelah îbadetên we qebûl bin û remezana we jî pîroz be.
Armanc ji vê serdana me eve ku, emê ji we re bibêjin ku, em çende ji bo rewşa we bi fikarin û hun çende cem me xwedan rêzin û xweştewîstin, her weha ev serdana han bo vê yekê bû ku, bi malbeta wan şehîdên birêz bibêjin ku, şehîdên we şehîdên me ne û şehîdên tevahiya Kurdistanê ne û perseya wan jî perseya tevahiya Gelê Kurde lewre em jî perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û pêşkêşî xwe jî dikin.
Bi rastî gava ku, min wêneyên ev şehîdên han dîtin dil û cigerê min tîjî bû ji xwînê. Ev nekarekî asan û normale ku, malbetek bi vê asanî werê qirkirin anjî werê tunekirin.
Me gelek hêvî dikir û dixwest ku, li devera me de ti şer û naaramî û nakokî nemîne, jiber negengaze ku, bi şer dawî bi wan kêşeyên heyî were, me di vî warî de gelek hewl dan daku, hem PKK û Tirkiye û hem jî PJAK û Komara Îranê bigehêjin çareseriyeke aştiyane.
Di demekî de di vî warî de gelek pêngavên baş hatin avêtin lê mixabin di wan rojên dawî de rewşa heyî bi awayekî cidî aloz bû, ez naxwazim bi kûrahî behsa hin tiştan bikim, lê hun jî dizanin ku, şîniyên nîştecîh yên deverên sînor her di destpêka Şoreşa Îlonê de heta niha nikarîne ku, bi awayekî rahet û asûde jiyan bikin, an di bin topbarana hikûmeta Îraqê de bûn anjî di bin bordimana balefiran de bûn, anjî ji bo kempan bi zordarî hatin weguhastin, piştî raperîna Kurdistanê jî ev welatiyên han careke din nikarîn ku, rahet û asûde bin, ne wan karî û ne jî me hevkariya wan kir daku gundên wan avedan bikin û ev jî jiyaneke baş bimeşînin, lê her çiqas zext û fişarên Şoreş jî hebûne tevahiya wan li ser milê wan bûye û ji her kesî baştir layiqê vê yekê bûn ku, ji ev bexteweriya ku, îro li Kurdistanê de heye fêde bigirin.
Em gelek baş ji rewşa we û meneviyatên we fêm dikin û bawer bikin ku, hertim di nava dilê me û li ber çavên me dene.
Niha jî ku, tevî çend wezîrên kabîneyê min serdana we û devera we kiriye dixwazin bizanibin ku, çê ji we û devera we re pêwîste daku, emê ji we re cîhbicîh bikin daku, hinek ji der û keserên we kêm bikin, lê bi rastî ev ne çareseriya vê aloziya hane.
Min hem li gel serokkomar û hem jî li gel hikûmeta Fedral û hem jî li gel dostên din de hertim di nava hewldanan deme û tevahiya rêyên siyasî û dîplomatîk bikar tînên daku, em çareseriyeke mayende ji vê alozî û kêşeyan re bibînin.
Ez dixwazim livir de tiştek bi eşkere bibijêm, em bi ti awayî nabin beşek ji vê şer û nakokiyan û herêma Kurdistan jî bi ti awayî nebe beşek ji şerê navbera PJAK û Îran û PKK û Tirkiye. Eger bixwazibin ku, bi awayekî aştiyane kêşeyên heyî çareser bikin vê demê em di xizmeta wan dene û çî ji destê me werê emê bikin daku, bi awayekî aştiyane ev kêşeyên han werin çareserkirin lê eger ku, biryar dane ku, bi şer ev meseleya han çareser bikin ku, ez bawer nakim bi şer ev mesele werê çareserkirin, vê demê em biryara wan bo xweye û ev bo xwe dizanin û bo xwe jî berpirsiyarin lê eger her di şer de îsrar dikin vê demê ez ji wan daxwaz dikim ku, şerê xwe ji herêma Kurdistanê dûr bixin, jiber ku, em jî nikarin ku, ji niha pêde her weke temaşewan li rewşê binêrin û li berçavên me de hijmarek weke ev ezîzên han li berçavên me de di bin topbaran û bordiman kirina balefiran de parçe parçe bibin anjî xelkek bêtawan û pê pena û têkoşer weke we her roj aware bibe û roje ji rojan nikaribe li ser paşeroja xwe anjî li ser paşeroja zarokên xwe bifikre.
Dibaya niha tevahiya gundên we hatibana awedankirin û bibûbana xwedan nexweşxane, debistan, cade û tevahiya xizmetên din, ya rast eve û dibaya rewşa wan deveran niha gelek baş bûbaye, başe dibe heta kengî hunê baca şerê xelkên din bidin?
Em gelek bi cidî li ser vê meseleyê radiwestîn û min daxwaz ji parlementoya Kurdistanê jî kiriye ku, bi awayekî cidî di vê derbarê de bixebite, ez we emîn dikim û soz didim bi we ku, emê bi her awayî hewl didin daku, rewşa wan deveran aramtir û baştir bikin.
Dibe li ser vê meseleya han lêkolînek cidî werê kirin û biryareke girîng werê stendin ku, biryara gelê kurd be û dibe parlementoya Kurdistanê jî ku, nuneratiya gelê kurd dike di vê derbarê de siyasetek ku, li gorî berejwendiyên gelê kurd de be raber bike, pêwîste hun emîn û rahet bin ku, em biryarên xwe li gorî berejwendiyên we digirin.
Em bi ti awayî naxwazin ku, xwîna ti kesekî werê rijandin lê hevdem xwîna welatiyên Kurdistanê bi taybetî welatiyên bêtawan weke ev malbeta ku, bûye qorbana vê kêşeyê gelek pîroze. Ev nekarekî asane ku, em her rawestin û temaşe bikin. Em ne bêdeng dibin û ne jî bê helwest dibin.
Hêvî dikim ev nexweşiya dawî ya we û ya me be û hêvî jî dikim tevahiya aliyan careke din wegerin ser aştî û rêbazên aştiyane û şer bixin aliyekî. Lê ev peyameke bo tevahiya aliyan ku, ji niha û pêde em bi ti awayî nikarin ev rewşa han bipijrînin û em bi ti awayî baca şerê xelkên din nadin.
Vê îro anjî sibê Parlementoya Kurdistanê di vê derbarê de bicive û em jî tevî serokkomarê Îraqê û hikûmeta Fedral û dostên din di nava hewldanan dene daku, çareseriyeke baş û aştiyane ji kêşeyên heyî re bibînin. Niha jî min çend wezîr li gel xwe anîne daku, em bizanibin ka weke hikûmeta Kurdistanê hun çê dixwazin daku, em ji we re bikin û emîn bin ku, çî ji destê me were emê bo we bikin daku, bi awayekî demkî jî be hinek ji êş û elemên we kêm bikin û emîn bin ku, êş û elemên we yên me nejî û bi rastî ez gelek dilgiranim ku, 400 gundên Kurdistanê ku, gundên herî başin di her warî de û pirxêr û bereketin heta niha ji ber teqeteqa PJAK û Îran û PKK û Tirkiye nehatine awedankirin. Emê heta kengê vê yekê qebûl bikin? Em nikarin ku, ev tiştên han qebûl bikin, ew gundên ku, avedan bûn ew jî hatin xira kirin, pêwîste werên awedankirin, ev berpirsiyartiya xwe heye, berpirsyartiyeke dîrokî û hesas dikeve ser milên me, ez weke Serokê Herêmê gelek hest bi berpirsyartiya xwe dikim û her roj jî ezabê wêcdan dikîşim, heta kengî emê vê yekê qebûl bikin.
Careke din dûbare dikim ku, armanca me ya sereke bexteweriya we ye lê dibe tevahiya xelkê Kurdistanê jî bextewer be. Dibe hun jî bextewr bin ewin ku, ji sînor dûrin jî bextewer bibin.
Bo me gelek nexweşe ku, hinek ji deverên Kurdistanê bextewer û aram bin lê 400 gundên Kurdistanê jî bi dirêjahiya 40 anjî 50 salan aware û derbeder bin û şîniyên wan jî nikaribin ku, rojek li ser paşeroja xwe anjî li ser paşeroja zarokên xwe bifikrin. Careke din dibêjim ku, em gelek bi cidî li ser vê meseleyê radiwestin û înşaelah Xwedê hedayeta tevahiya aliyan bike û şer êdî bes be û tevahiya aliyan wergerin ser rêya aştî.
Livir de dixwazim tişteke din jî bibêjim ku, min di bersifa nameyeke civata wezîran de daxwaz ji Hikûmetê kiriye daku, devera Raperînê jî bibe îdareyek serbixwe daku, bi vê rengî baştir bikaribin xizmeta vê deverê jî bikin.
Xaleke din ku, dixwazim livir behsa vê bikim eve ku, niha rewşeke baş li holê deye û înşelah baştir dibe, her gav ku, em bi metirsiyên emzin re rûbirû bûne, aliyên Kurdistanî kêşeyên navxweyî û kêşeyên din dane aliyek û bûne xwedan yek deng û yek helwest û ev jî tiştekî gelek baş û erêniye. Hîn jî metirsiyên gelek mezin li ser me hene, rewşa we nimûneye, bila fikirên cuda hebin, bila partiyên cuda hebin lê nabe ku, ev fikir û partiyên cuda bidin sedema serxweriya me bi xwe, eger ku, di bin wan metirsiyan de cudatiya fikirên me bibin sedema serxweriya hevûdû vê demê ne Xwedê qebûl dike ne jî gelê kurd tişteke bi vê rengî dixwaze.
Duhî her dû partiyên YNK Û PDK civiyan û piştir jî her sê aliyên opozisyonê civiyane, spas ji Xwedê re ku, rewşeke baş derketiye holê, ez jî çê ji min werê ezê bikim bo nehêştina kêşe û aloziyên heyî daku, pena bo Xwedê aramî û aştî û tebayî ji gelê me re wegere û tevahiya me bi hevre xizmeta nîştiman û welatê xwe bikin.
Belê gelek normale ku, hizr û ramanên cuda jî hebin, dibe rexne û lome hebin lê nabe bibin sedema vê yekê ku, emê rewşa xwe li xwe aloz bikin. Spas ji xwedê re ku, tevahiya aliyan hest bi berpirsyartiya netewî dikin û vê ev kêşe û aloziyên han jî nemînin. Dibe gawa ku, metirsî ketine ser berejwendiyên netewî û welatê me vê demê pêwîste em tevahiya cudatiyên xwe bixin aliyek û xizmeta welat û neteweya xwe bikin.
Careke din perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî kesûkarên malbeta şehîda, xwe û we dikim û dibijim ku, dilê me, wêcdanê me bi we reye û em hatin daku, bizanibin ka çî ji we re pêwîste emê ji we re bikin û xizmeta we bikin.
Gelek spasiya tevahiya we dikim.