Polîtîk

Serokatiya Kurdistanê êrîşa ser Asos Herdî şermezar kir

Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê  Fûad Hisên êrîşa li dijî Asos Herdî  rojnamevan û birêveberê kompaniya Awêne şermezar kir.
Hisên di daxyaniyekê de duhî bo rojnameya el-Şeriq el-Ewset a erebî re got:

– Serokatiya herêma Kurdistanê her êrîşeke dijî her welatiyekî herêmê şermezar  dike û em li hember êrîşa li dijî Asos Herdî gelek dilgiranin.

– Em niha li benda encamên lêkolînên wê komîteyê ya ku taybet bo lêpirsîna wê bûyerê hatiye pêkanîn in daku em kite kitên bûyerê nas bikin, desthilata dadwerî ya herêmê jî di cezakirina tawanbarên wê êrîşê de dudil nebe daku ti kes carek din destdirêjiyê neke ser welatiyan.

Weke tê zanîn duşemiya borî birêveberê kompaniya Awêne Asos Herdî dema ji ofîsa xwe li bajarê Silêmaniyê derket, rastî êrîşa çend kesên nenas hat û birînar bû.

Ev êrîş ji aliyê saziyên hikûmî û nehukûmî ve bi awayekî berfireh hat şermezar kirin.

Back to top button