Piştî cejnê çar biryarên serok Barzanî tên cîbicîkirin
Mihemed Qeredaxî sekreterê civata wezîran a herêma Kurdistanê diyar kir ku, piştî bihênvedana (tatîl) cejna remezanê hemû biryarên serokê herêma Kurdistanê dê bên cîbicîkirin.
Sekreterê civata wezîran Mihemed Qeredaxî, ji AKnewsê re axivî û got ku, piştî buhênvedana cejna remezanê, hikûmet dê hemû biryarên serokê herêma Kurdistanê cî bi cî bike.
Qeredaxî diyar kir ku, dema dewama fermî dest pê kir, civata wezîran dê bicive û mekanîzma cîbicîkirina biryarên serokê Kurdistanê diyar bike.
Beşek ji biryarên serokê Kurdistanê yên di warê dana budceya partiyên opozisyên û binçavnekirina xelkî li derveyî tedbîrên qanûnî ketine di ware cîbicîkirinê de û yên din jî piştî ceknê tên cîbicîkirin.
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê roja 27 meha tebaxê çar biryarên giring dan û rê li pêşiya danûstanidnên nevbera desthilat û opozisyonê de xweş kir.
Ji bo xandin açar biryarên serok Barzanî lînka li jêr bitikîne:
https://rojevakurd.com/politik/8321-Serok-Barzan-biryarn-girin-dan-opozisyon-pwaz-kir.html