Polîtîk

HRW: Tirkye û Îran hevwelatiyên sivîl dikin armanc

Rêxistina çavdêrîya mafê mirov di beyannameyekê de ku duhî roja înê belav bûye, bi tundî gilî ji kirdarên Turkiye û Îranê yên li hember herêma Kurdistanê û xelkên sivîlê wê kir û ragiahnd ku, li gor zanyarî û belgeyên li ber dest hene, wê yekê nîşan didin ku egerê ewê çendê heye Îran bi enqest hevwelatîyên sivîlên Kurdistanî dike armancên xwe û êrişî ser wan dike.

Rapora rêxistina çavdêrîya mafê mirov (Human Rights Watch) amaje bi pevçûnên navbera supayê pasdarên Îranê û hêzên Partîya Jîyana Azadiya Kurdistanê PJAKê û herwisa êrişên hewayîyên Turkiye bo ser bingehên Partîya Karkirên Kurdistanê PKKê dike ku ji destpêka heyva bihorî ve dest pê bûne û heta niha çendîn kes  hatine kujtin.
Di encamê ewan êrişên Îran û Turkiye de ne tenê hêzên çekdar belku xelk û hevwelatîyên sivîlên Kurdistanê jî bûne qurbanî û heta niha çend kesan gîyanê xwe ji dest dane.

Her di ewê bareyê de berpirsên îraqî û kurdistanî û herwisa rêxistinên nehukûm-yên çalak ên li herêma Kurdistanê û rêxistinên mafê mirov di heyva bihorî de ragiahndin ku, di encamê ewan pevçûnan de zêdetir ji 200 mal aware bûne.
Herwiha di ewê bareyê de Co Stork cîgirê serokê ofîsa HRW ya Rojhilata Navîn di beyannameyê de weha dide xuyakirin: “Di êrîşên Îranê de ew eger zêde ye ku hevwelatîyên sivîl bi enqest dibin armanc.”

Çavdêrîya Mafê Mirov (HRW) li gor gotina akincîyên deverê û berpirsên Iraqê û herêma Kurdistanê dibêje ku,  gelek deverên ku bûne armanca êrişan cihên neserbazî û sivîl bûne û komên çekdar lie wan deveran çalak nebûne.

Herwisa di ewê beyannameyê de hatiye ragihandin, ku li gor daxûyanîyên berpirsên herêma Kurdistanê, tenê di êrişeka hewayîya firrokeyên turkiye de bo ser devereka herêma Kurdistanê li nêzîkî Silêmanîyê di roja 21 tebax de heft 7 endamên malbateka Kurdistanî hatin kujtin.

Her di ewê bareyê de rêxistina lêborîna navdewletî (Amnesty International) jî beyannameyek belav kiribû û daxwaz ji Turkiye kiribû ku li ser bûyera kuştin a7 hevwelatiyên kurd komîteyeka lêkolînê pêk bihîne. Hukûmeta herêma Kurdistanê û parlamentoya Kurdistanê jî daxwaz ji Turkiye kirine ku, daxwaza lêborînê bike, belê Ankara ret dike ku bûyereka wisa di encamê êrişên wan de çê bibe.PNA

Back to top button