Dosya

Tu şoreşa Îlonê (1961-1975) çewa dinirxînî?

Şoreşa Îlonê di 11ê îlona sala 1961ê de bi serokatiya Mistefa Barzanî yê nemir dest pê kir û di roja 6ê adara sala 1975ê de piştî peymana Elcezayîrê bi dûmahî hat.

Îsal 50 saliya şoreşa Îlonê ye. Em weke malpera www.rojevakurd.com dixazin bi vekirina dosyeyekê vê bîreweriyê pîroz bikin. Jibona vê yekê em dixazin dîtinên xwendevanên xwe, kesatî û rewşenbîrên kurd li ser şoreşa Îlonê werbigirin.
Her kesê/a dixaze beşdariyê di vê dosyeyê de bike û dîtinên xwe li ser şoreşa Îlonê binvîse, em  hêvîdarîn heta beriya roja 11.09.2011ê bersiva vê pirsa jêr ji me re bişîne:

Pirs:

Beriya şoreşa Îlonê a sala 1961ê, di dîroka xebata tevgera rizgarîxaza Kurdistanê de gelek serhildan û şoreşan serî hildaye, gelo moqayîse digel wan şoreş û serhildanan tu şoreşa Îlonê a sala 1961ê bi seroktiya Barzanî yê nemir çewa dinirxînî?

Digel rêz û sopasiyan
[email protected]

Back to top button