Nivîsar

Quretiya çeka bi dawî dibe

Dema ku hêz bi mezintayî, bi heqzanetîyê ve were xemilandin dibe tiştekî rêzdar lê heke bi pozbilindiyê ve were pêçandin, ji heqzanetiyê dûrbikeve dibe tiştekî zirbetî.

Em civakeke wisane ku qedrû qîmeta ‘entelektûelîyê’ nizanin. Dema ku behsa hêzê tê kirin hejamara qerebalixan, hêza çeka tê bîra me. Sedema vê jî eve ku em bi sedan salane hatine binpêkirin, perçikandin loma li gor me nîşana hêzê bi tenê bi qelebalixan û çekan tê kirin.

Me jî bîatê vê zordariyê kirîyê û em bûne xwayê fehmeke wisa ku em him heyranê wan zordara nin him jî wan zordara hetta esmîn bilind dikin.
Ev zordarên ku xwe bi çekan ve pêçandine jî bê hed qurene, hew zanin ku tu kêmasî û xeletiyê wan tunene. Ji ber rexneyeke piçûk jî sebra wan tuneye, ji nişkê ve hêrs dibin.

Qasî wan alîgirê wan jî bi wî ramanî de nin.
Di vê mijarê de tu ferqa Tirk û Kurda tuneye.
Zarokê heman kevneşopiya belengaz in.
Dema ku tu artêşê rexne dikî Tirk, PKKê rexne dikî Kurd hêrs dibin.

Ferqa wê şibandinê jî nînin. Kurdek dibêje ku “tu PKK bi artêşê re yek digrî” hê evî gotina xwe neqedaniyê Tirkek jî wiha dibêje: ‘ tu Artêşê bi PKK re yek digrî’

Belê ev wana ji aliyê kurebûna hevparîya çeka, kuştinan wekhev dibînim.
Artêşê gelek mirov li nav kûçeyan de ji patikên wan de lê da kuşt.
PKK jî wek rêbazên wiha hê nû bikaranî û çavişekî ku mal digeriya li orta kûçeyekî de di ji patika wî de lêda kuşt.
Mirovên xwe jî wisa hovane lêdan kuştin.

Hesabên eskerên ku wisa hatin kuştin têze tê girtin, gorên wan nû tên vekirin.
Lê gelo PKK di nav xwe de çi hovîtî kir, çend kesên zanîngeh qedandî bi hinceta ‘çehşiyê’ lê da kuşt nay zanînê. Belê Kurd hejmara wan kesan zanîn lê ji Tirka re parve nakin.

Belê eva sirdaşîyeke gelek nîjatperestîye, tiştekî gelek şerme.
Ev eyb û şerma yên ku ji minê bigrim, sitar bikim ku kozekî neme destê dijmînên xwe, bûyê dijminên Tirk û Kurda û çekên ku sedema pêsna wane jî qirêj kiriyê.

Ji ber vê nexweşiya nîjatperestî yên ku xwayê çekanin hesap nehatiyê pirsin. Heta derketina rojnameya Tarafê çapemeniya Tirka ji artêşê ev hesap nepirsî.

Kurmanc jî him ji ber tirsa canên xwe him jî ji ber sirdaşîya nîjatperestiyê newêrin, nikarin jî PKKê hesap bipirsin.
Lê wan rojan ji artêşê hesap tê pirsin. Derket holê ku artêşê di serdagirtina qerekolan de hîle kiriye. Eva jî fesala hesap pirsînê.
Lê PKK hê jî aliye Kurdan nay venihêrtînê.

Me hesaba Dalicayê, Aktütünê, Hantepeyê ji artêşê pirsî lê ji nav Kurdan hê egîtek derneket û hesaba zeytînîyên Amanosê, Dörtyolê ji PKK nepirsîn. Gelo yê derkeve? Ez bawer nakim hesan jî derkeve.

Kurmanc hê ditirsin PKKê rexne bikin çimkî PKK wekî rexistinên berê yên çepkir dibêje wê deme rexne nabe, yên ku rexnedikin xayînin, çahşin.
Lê dereng be jî ev siyaseta PKK yê bişkê Kurmanc jî PKK rexne bikin.
Vijdana Kurd dereng be jî hêdî hêdî dikeve dewreyê.

Hûn jî zanin di rojên dawî de dema bombekirian Qendîlê piraniya wan zarok 7 sîvîlên Kurd hatin kuştinê. PKKê got ev kesana ji aliye balafirên Tirkan ve hatin kuştinê.

Paşê Sererkaniyê got na derewa dikin bombeyên me 8 metre çela vedike lê li derdora erebeya ku Kurd têde hatine kuştin de ç‘ealeke wisa xuya nake.

Paşê Roj TV’yê dîmênên din nîşan da û got erebe ji kendalê ketîyê loma ç‘el çênebûye.

Ez nizanim Sererkaniyê cabeke bi mantiq bide. Heke nede wisa xuya dike ku derewa dike.

Kuştina van 7 kesan bi xwe kerkirinê ve derbas nabe naçe, hesabê wê were pirsin.

Li wî welatî kurebûna çeka, derewa, texdîta, zordariyê yê biqede lê bê vîjdanî û nîjadî jî yê retbe.(xilas)

Hesabê hemû xelatiyan yê were pirsin, hemû hêlan yê êdî rastî denge vîcdanê werin.

Em niha benda Sererkaniyê ne. Gelo yê çi bêjê. Ev zarokana ji aliye kî hatin kuştinê.

Kî, çawa ev 7 kesên bê gunê kuştin?

 

Ahmet ALTAN

 

www.xeberenkurdi.com

Back to top button