Lozana dudan di rê de ye!!!
Desthilatên tirk û dewleta wan ya kûr vê baş dizanin. Loma niha ew dixwazin vê meselê di nava xwe de weke Lozana ewil çareser bikin.
Bûbê Eser
Hin dibêjin û behsa ku wê tirkiye hilweşe, dikin. Ez bawer nakim ku tirkiyê hilweşe. Ev çel salin ku wan pkk ji bona vê rojê ango hilneweşe amade kiribûn.
Tirkiye wê niha weke Lozana ewil ku çawa li ser destê hin kurdan li gor berjewendiya dagirkeran pêk hatibû. Niha jî tirkiye dixwaze dîsa li ser destê hin kurdan ango bi destê DEMê, xwe ji hilweşandinê azad bike.
Niha tirkiyê li ber çavê dinyê dixwaze ku pkk ji holê rake(!). Lê em kurd baş dizanin ku wan pkk ji bona vê rojê amade kiribûn ku wê jî rol û erkê xwe baş anî cih. Di dawiya şerê çel salên xwe de wê pkk tirkiyeke bi hêztir pêşkêşî tirkan bike.
Ferqa vê Lozana aniha, dikare bi navekî din jî be. Lê asasê wê jî weke Lozana yekê ye ku kurdan di nava komara tirkiyê de bê maf heq û hiqûq bêhêlin. Kurdan weke kurd bikin hevwelatiyê tirkiyê ku bê mafê xwe ê neteweyî bêjin.
Ji ber ku di Lozana yekem de bi awayekî nehênî diyar bû bû ku heger tirk ango dagirkerên kurdan, wan weke xwe nekin, piştî sed salan dê çi bibe ne diyar e.
Ji ber vê ye ku dagirkerên me niha ketine nava tirs û xofekê ku ewên bêne hilweşandin. Ji ber ku wan daxwaza Lozana ewil ya ku divê kurd di nava xwe de tune kiribana, bi serneketine. Loma divê êdî kurd jî di qada nevneteweyî de bi saya û xêra tekoşîna sed salan ya Barzaniyan bibin xwedî heqeqî.
Ev jî Lozana dudan e. Ango bi navekî din jî dikare bibe. Pişt sed salan e ku wê hin sînor ji nûde bêne destnîşankirin. Di nava van sînorande Kurdistaneke serbixwe wê li başûrê Kurdistanê pêk bê.
Îran dê hilweşe û kurdên wir dê çi mafan bi dest bixin, hê di qada eşkere de ne diyar e. Piştî Îranê dora tirkiyê tê. Desthilatên tirk û dewleta wan ya kûr vê baş dizanin. Loma niha ew dixwazin vê meselê di nava xwe de weke Lozana ewil çareser bikin.
Ji xwe armanca damezrandina pkk ya li ser destê karbidestên dewleta kûr ku hatibû damezrandin, ji bona xatirê vê rojê bû. Pkk mezin kirin û xwestin di qada navneteweyî de weke ew bibe berdevkê kurdan ku kurd nebin xwedî tu mafan.
Niha dor hatiye pkk nehêlin ango tune bikin ku weke ew terorê ji holê radikin. Ji xwe êdî rola pkk, DEM dilîze. Li gor baweriya min ev jî li hevkirineke nû ye. Lê piştî ji holê rakirina pkk, wê hemî daxwazên xwe li ser gotina Ocalan bi DEMê bidin kirin. Heger hêzeke din ya kurdan ji bilî DEMê heba rewş dikarîbû bihata guherandin. Ji ber tunebûna, qawet û hêzeke kurdan ya neteweyî, wê daxwazin dewleta tirk li ser destê DEMê pêk bê.
Ji xwe daxwaz jî diyar e ku bi salane ji bona vê rojê kar kirine û dane kirin ku DEM ne partiya kurdan e. Ew partiyeke tirkiyeyî ye. Loma gelek rêvebirên wê jî tirk in. Daxwaza wan jî diyar e ku tirkiyek bi hêz ya tirk û qaşo ya kurdan be.
Hezar mixabin hin siyasetmedar û partiyên kurdistanî hê jî vê nabînin. Yanî di demek ne zêde dirêj de wê Lozana dudan pêk bînin. Di vê pêk anînê de wê tu maf, heq û hiqûqên kurdên bakurê Kurdistanê tune be. Yanî wê kurdan bikin tirkiyeyî da ku li bakurê kurdistanê kurd mafê xwe ê rewa bi dest nexin.
Heger em jî xwedî hêzek neteweyî, xurt, li hevkirîbana wê gavê mafê me jî weke kurd hebû ku em jî bibana terefê kurd ku me hin maf bi destbianîna. Lê ji ber ku em tune ne. Wê her tişt li ser destê DEMê li gor daxwaza desthilata tirkan pêk bê.
Piştî li hevkirin û îmzekirina peymana nû ya tirkiyek mezin, em ê jî weke kurd pişta hustiyên xwe bixrînin û polî poşman bi ser hevde bigirîn. Lê êdî wê tu fêda wê tune be. Ji bona em negirîn û li çongên xwe nexin hê jî hin wext maye ku heşê we hatibe serê we…