Wezîra Navxwe ya Brîtanya: Herêma Kurdistanê hevpareke girîng û stratejîk a welatê me ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooper kir.
Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşxistina pêwendiyên dualî û hewlên rûbirûbûna koçberiya qaçax hatin gotûbêjkirin.
Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê li Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîroz kir û ew bi hilbijartineke serkeftî binav kir.
Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê her wiha amaje bi pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê kir, weke hevkareke girîng û stratejîk a welatê xwe di şerê li dijî terorê û kêşeyên ewlehiyê de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevanî û hevkariya Brîtanyayê ji Herêma Kurdistanê re kir û tekezî li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bihêzkirina peywendiyên dualî di hemû waran de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş, kir.
Herwiha her du alî li ser giringiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya hevbeş, ji bo rûbirûbûna koçberiya neqanûnî, tawanên rêkxistinkirî û bazirganiya madeyên hişbir hevnêrîn bûn.
Di mijareke din a civînê de, guftûgo derbarê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û sîstema bankî bi taybetî projeya (Hejmara Min) de, hatin kirin.