Li Surîyê 27 kes hatin kuştin
Heman saziyê bo ajansa Frans Press ragihand ku, îro artêşa Sûriye ji 250 Tankan û Maşînên leşkerî derbasî bajarê Resten bûne kû li wir eve çar roje şer di navbera leşkerên ku ji artêşê qûtbûne de û artêşê de berdewame.
Ji ragihandinên saziyên mafên mirovan û ji daxuyaniyên çalakvanên sivîl hijmarên kujtiyên îro înê 30-ê Îlonê gihştiye nêzîkî30 kesî û bi dehan birîndar çêbûne.
Çalakvanên sivîl yên li bajarê Laziqiye xuyakirin kû îro nehatiye hiştin ku xwepêşander ji Mizgeftan derbikevin.
Li bajarê Hesekê ku piraniya rûniştvanên wan kurdin hêzên ewlehiyê bo xwepêşanderan belav bikin, gazên bi ava bîberan avêtine ser xwepêşanderan.
Ji aliykî din ve dîdervanan ragihandine ku, Sûpayekî bi pileya Emîd bi guleyên Kesên ne diyar li hember mala xwe li bajarê Humsê hatiye kujtin.
Di asta nevdewletî de, deplomatan diyarkirin ku hîna di Encûmena asayîşa Nevdewletî de ne gihştine biryareke havbeş derbarê sezakirina Rejîma Sûriye de, lê di naveroka xwe de gefên ku dê sezayan li ser rejîma Beşar Esed de deyîn ji ber binpêkirina wî û çewsandinên wî yên xwînrijî li hember xwepêşanderên ku daxwaz çûna wî dikin.
Welatên Rojava ji aliyekî ve û Rûsiya ji aliyekî din ve dû piroje ji bo encûmenê derbarê Sûriye de Pêşniyar kirine û li gorî rêjeyên kujtiyên ku Netewên Yekbûy diyar dikin ji despêka xwepêşandanên Sûriye de heta weke niha ji 2700 kes pirtir kujtî çêbûne.(PNA)