Bihara 2012-ê destura nû amade ye
Parlementoya Tirkiye sibe vedibe û dest karê xwe dike. Li gora serokê parlementoyê û berpirsên din yên Tirkiye didin xuyakirin karê yêkem û girîng li pêşiya parlementoyê pêkanîna desturek bingehîn ya nû ye.
Piştî hilbijartinên 12-ê Hezîranê Ak Partiyê serkeftinek mezin destve anî ji %50 deng girtin, lê hêjmara parlementerîn ku kar kirîn têra çêkirina desturê nake. Divê li gel Partiyên din hevkariyê bike. Li vê derê partiya ku di vê derbarê de herî zêde bikaribe li ser guhertina destûrê li hev bike BDP ye.
Ji berî vekirina parlementoyê BDP biryara vegerê da. Dê sibe BDP di parlementoyê de amade be û sund bixwe. Herweha heyetên Ak Partiyê û CHP û MHP li ser pêkanîna destûrê hevdîtinan dikin. Ji aliyek din dema BDP sund bixwe û gruba xwe ya parlementoyê de çêbike ew jî li gel heyeta Ak Partiyê wê hevdîtina bike.
Niha çavê herkesekî lêye ku bi vekirina parlementoyê, şer kêm bibe û cardin agirbestekî bête ragihandin. Pêkanina destûrek nû hêviya piraniya xelkê ye. Serokwezîrê Tirkiye Erdogan di daxuyaniyek ya xwe de eşkere kir ku, bihara 2012-ê destûra nû amadeye. Kêmasi ji niha heta 6 mehdin karê destûrê xilas dibe û Tirkiye digihe destûrek nû.
Li vê derê berpirsiyarek mezin dikeve li ser milê BDP-ê. BDP divê siyasetê bike û pişgiriyê bide destûrek nûjen.
Rojevakurd