Nawendên şer li ser xwînê dijîn
Di bin siha şer de siyaset bi awayek serbixwe nayê kirin. Bûyerên ji du mehan heta niha li Tirkiye û herêma Kurdistanê çêdibin divê baş bêne nirxandin. Herweha ev nirxandin gerek li gora berjewendiyên netewî û parastina destkeftiyên tevgera kurd bêne kirin.
Pêvajoya bi bûyera Farqînê û ragihandina “ xweseriya demokratik“ destpê kirî heta îro dive piralî bê şirovekirin. Pirsa kurd hewceyê aramiyê û zeminek demokratik e. Divê kurd ji her kesekî gelektir doza demokrasiyê bikin. Kesek wek kurdan ne hewceyê demokrasiyê ye.
Dema behsa protokola di nav heyeta dewleta Tirkiye û Ocalan hat kirin di cih de destek tarî û qirêj dirêjî serkaniya şer bû. Di vê pêvajoyê de hevdîtin li gel Ocalan hatin birîn. Eve du mehin kesek Ocalan nabine. Herweha tu mesajên Ocalan nagihin PKK-ê.
Dewleta Tirk çelakiyên PKK-ê kirin hêcet û êrîşê Kurdistana Başûr kirin. Eve zêdeyî mehekiye balefirên Tirka Kurdistanê bombebaran dikin. Gelek xelkê sivîl di nav de zarok hatin kuştin. Bi hezaran pez telef bûn, bi sedan kurd cardin ji dev cih û warên xwe berdan. Lê vê carê deng ji cîhanê dernakeve.
Li Tirkiye û Kurdistana Bakur gelek xelkê zererek mezin ji van çelakiyan dîtin. Hêdî xelk bi tirs diçin gundên xwe, gelikan ji bo parastina cane xwe ji dev çûyina gundan berdan. Gelek sivîl bûn armanca êrîşên çekdarî.
Ji bo pêkanîna kongreyek Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê amadebûnek hebû. Ew dikariya bibe hêviyek ji bo mizgîniya aşitiyekî. Lê têk çû.
Bi kurtahî di vê pêvajoya ku tundî ji du mehan hir ve destpêkirî, wek civat kurda zerera herîmezin dît. Tevgera kurd zererek mezin dît. Başe ew tişta ku mirov zererê jê dibîne çima mirov dike? Bersiva vê pirsê bi xwe dibe rasttirîn nirxandina vê pêvajoyê.
Dema moriv bi xwe bêje şer ne çareseriye û cardin şer dike, ev tê wê wateyê ku biryara vî şerî di destê hinek nawendin weşartî de ye. Di nav dewletê de, di nav PKK-ê de û dinav civatê bi xwe de vekirî hinek naxwazin ev şer dawî were. Ji ber ku jiyana wan û heyîna wan ya siyasî di vî şerî de ye.
Niha BDP-ê biryar da û vegerê parlementoyê. Biryara vegera parlementoyê biryarek erêniye. Lê gelo dê BDP di parlementoyê de çi bike, ev ya herî girîng e. Serokê BDP-ê di daxuyaniya xwe de dibêje : Emê vegerî parlementoyê ji bo şerê Ak Partiyê bikin. Demirtaş ji bo çi xwe mecbûr dibîne vê daxuyaniyê dide.
Heta BDP bi xwe nebê xwedî biryar û îrada xwe ya siyasî xwedî dernekeve gelek zehmete ku ew di parlementoyê de karên erênî bikin.
Dixweyê bi vegirina parlementoyê wê bi awayekî bibe destpêka prosesek erênî jî. BTP vedigerê parlementoyê û wê li gel Ak Partiyê jî rûne. Ihtimalek mezin dê hevdîtinên parêzeran li gel Ocalan cardin destpêbike. Dixweyê wê Ocalan bêje, binêrin dema min xwe şun de da evkas tevlihevî çêbû. Niha jî dive rewş baştir bibe. Mimkine Ocalan biryara agirbestekî din ragihîne. Vê care yan wê qendîl bi temamî gotina Ocalan bike yan jî dê cudabûna Qendîl û Ocalan eşkere bibe. Hingê jî helwesta BDP-ê giring e.
Agirbest bê ragihandin , dê hevdîtinên navbera dewletê û Ocalan jî berdewambin û hêdî wê devjêberdana çekan bê rojevê.
Hingê desthilatdariya Kurdistana Başûr di vê pêvajoyê de dikare role xwe yê dîrokî bileyze. Dema ev tişt pêkhatin û prosesa devjêberdana çekan destpêbike, wê kongreyê netewî li Başûr kom bibe. Ev yek wê bi riza dewletên ciran jî çêbibe. Dê hinge gava herî girîng ji bo aşitiyê û çareseriya pirsa kurd li Bakur bi rêya diyaloge bê avêtin.
Ev herdu heyvên bi şer derbas bûyîn bû xwisarek ji bo gelê kurd. Çikas nawendên şer bê deng bin ewkas çareseriya pirsa kurd nêzinktir dibe.
29.09.2011
Dara Bilek