Aktar: Revandina mamosteyan tevgera kurd reş dike

Li bakurê Kurdistanê jimara mamosteyên ku PKKê revandine gehişte 12 mamosteyan. Di vê derbarê de serokê Baroya Diyarbekirê Mehmet Emîn Aktar ji Rûdawê re got ku revandina mamosteyan karekî nebaş e û divê di zûtirîn dem de bên berdan. Mamostayekî zanîngehê jî dibêje girtina mamosteyan dibe sedem ku mamoste ji herêmê birevin û bi vêna jî pêşeroja zarokan reş dibe.
Pêrê li navçeya Lîce ya Diyarbekirê, li gundê Çemê Elîkan 3 mamosteyên dibistana seretayî ji aliyê çekdarên PKKê ve hatin revandin. Hêza Parastina Gel (HPG) ragehand ku li hemberî polîtîkayên asîmlasyon û tirkkirinê yên hikûmeta AKPê li Diyarbekir û Xerpêtê bi giştî 12 mamoste û li Dêrsimê jî cerdevanek girtine.
Derbarê girtin û revandina mamosteyan de sazî û mamosteyên bakurê Kurdistanê dibêjin ku karên wiha siyaseta tevgera kurd jî dixin tengaviyê.
Li ser vê mijarê serokê Baroya Diyarbekirê Mehmet Emîn Aktar ji Rûdawê re wiha got:
– Bi rastî em karekî wiha napejirînin û kesên sivîl zerarê dibînin. Em girtina mamosteyan rast nabînin, ji ber ev kesên han sivîl in û daxwaza me ew e rojek berî rojekê bên berdan.
Mamostayekî zanîngehê ku li bakurê Kurdistanê dersan dide û nexwest navê wî bê belav kirin jî bo Rûdawê diyar kir ku mebesta girtina mamosteyan ne perwerdeya zimanê kurdî ye û got:
– Girtina mamosteyan û bûyerên vê dawiyê jî aciziyek li ba xelkê çêkiriye. Di heman demê de ne bi dilê wan kesên ku her roj sloganan jî diavêjin qaşo perwerdeya Kurdî dixwazin. Bê guman girtina mamosteyan karekî nebaş e. Nema zanin çi bikin dîsan dest bi girtina mamosteyan kirin.
Li ser pirsa ger perwerdeya Kurdî tê xwestin gelo çima mamostayên Kurd zarokên Kurdan bi Tirkî perwerde dikin? Aktar wiha bersiv dide:
– Ji xwe ya cihê nakokiyê jî evna ye. Ji aliyekî de li dibistanan mamostayên Kurd zarokan bi zimanê Tirkî perwerde dikin, ji aliyekî din ve ew mamostayên tên herêmê û rûbirûyê girtinê dibin, bi rastî evna nayê ravekirin. Karên wiha rewşa siyaseta tevgera Kurd jî têk didin. Rewş nebaş dixwiye, li ber çavê dinyayê xirab dike, di nav raya giştî ya Tirkiyê de têk dide, lewra divê rojekê berî rojekê ew mamoste werin berdan û ji îro û pêde bûyerên wiha neqewimin.
Mamostayê matematîkê behsa bandora revandina mamosteyan li ser pêşeroja zarokan jî dike û wiha pêde diçe:
– Revandina mamosteyan pêşeroja zarokan reş dike. Li gundan bêhizûriyek çêbûye û wiha berdewam bike mamoste dê dest ji karê xwe berdin û herin. Evna jî dê pêşeroja zarokan reş bike. Zarokek ku salekê ji dibistanê bimîne, dibistan li ber çavê wî reş dibe. Çima zarokên me bê xwendin bimînin? Mebest çiye? Perwerdeya kurdî ye, dê fermo werin perwerdeya kurdî bidin, lê mebesta wan ne perwerdeya kurdî ye, nizanin çawa rave bikin vêna didin ber rûyê xwe. Xwezî ev karên wiha nehatana kirin. Lê mixabin dikin.
Ligor navenda ragihandina HPGê, 23ê Îlonê li Diyarbekirê ji gundê Beravê ser bi navçeya Lîceyê mamosteyek, ji gundê Zengê 4 mamoste, ji gundê Xelxol yê Hezroyê 4 mamoste herwiha 27ê Îlonê 3 mamoste li navçeya Elezîzê Miyaranê ji aliyê gerîllayan ve hatine revandin.