Polîtîk

Ji %77 dixazin Berhem Salih weke serokwezîr nemîne

Li gor rapirsiyekê (îstastîk) ji %77 xelkê Kurdistanê piştgiriyê li mana Berhem Salih weke serokê hikûmeta Kurdistanê nakin û dixazin ew bê guhertin.

Malpera Livînpress ku, li başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, rapirsyek encam daye û ev pirs ji xwendevanên xwe kiriye: Tu piştgiriya mana Berhem Salih weke serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dikî? Ev pirs du heftiyan li ser malperê dana bû.

Li gor Livînpress, di nava wan di heftiyan de 11462 kesan beşdarî di rapirsiyê de kiriye û 8826 kesa, ku, dike ji %77 di bersivê de gotiye Nexêr  û 2290 kesan ku dike ji %19 di bersivê de gotye Belê. Yên mayîn jî di bersivêde gotiyer Nizanim.

Weke tê zanîn li meha bê, li got rêkeftina stratejîya navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê, divê serokê hikûmetê û serokê parlamentoyê bê guhertin. Partî dê serokatiya hikûmetê û Yekêtî jî serokatiya parlamentoyê werbigire.

Li gor rapirsiya li jor jî xelkê Kurdistanê dixazin Berhem Salih weke serokê hikûmetê nemîne. Herwesa partiyên opozisyon jî, bi tyabetî Tevgera Goran dixaze Salih bê guhertin û Nêçîrvan Barzanî bibe serokwezîrê Kurdistanê.

Back to top button