Polîtîk

Serokê Kurdistanê gihişte Austuriyayê

Îro pênçşemiyê 29.09.2011ê, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bi seerdanekê gihişte Viyanayê paytexta Austuriyayê û li Qesra Komarî ji aliyê Heinz Fischer serokê Austuriyayê û dostê kevin ê gelê Kurd hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekî dostane da her du aliyan tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Iraq û Austuriya bi giştî û di navbera Kurdistan û Austuriyayê bi taybetî hate kirin. Her di vê hevdîtinê de di derbarê meseleyên navçeyê û meseleyên navdewletî û ew guhertinên di vê dawiyê li hinek welatên navçeyê rû dane, danustandina  kirin.

Di mijareke dinê vê hevdîtinê de pêvajoya siyasiya Iraq û  Kurdistanê hate nirxandin.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi hevdîtina dostê Kevin ê gelê kurd nîşan da û tekez li ser çawaniya pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir

Back to top button