Kerkûkî û seroka parlamentoya New Yorkê civiyan
Di çarçoveyê serdana xwe ya bû Dwletên Yekgirtiyên Amerîkayê de, Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê li Wîlayeta New Yorkê ji aliyê xanim Kristin Queen seroka parlamentoya wîlayeta New Norkê ve hat pêşwzî kirin.
Di dîdarekê de, seroka parlamentoya wîlayeta Vew Yorkê tekîd li ser pêşxistin û berfirehkirina têkeliyên navbera parlamentoya Kurdistanê û parlamentoya wîlayeta New Yorkê kir û tekîd li ser giringiya serdanên hevbeş kir.
Serokê parlamnetoya Kurdistanê ji serokê û rêvebirên parlamentoya New Yorkê re behsa rewşa siyasî û emnî ya herêma Kurdistanê kir û got ku ji sedemê aramî û îstîqrarî herêma Kurdistanê bûye nawende abûrî û bazirganiyê û di hemû waran de pêşkeftinên ber bi çav çêbûne.
Kristin Queen seroka parlamentoya wîlayeta New Yorkê pirsiya wê yekê ji serokê parlamnetoya Kurdistanê kir ka gelo vekişîna hesen Amerîkayê ji Îraqê dê çi tesîr li ser rewşa Îraqê bi giştî û ya herêma Kurdistanê bi taybetî hebe? Kerkûkî di bersivê de behsa erînî û nerînîya vekişîn yan mana hêzên amerîkî kir û got ku pirosesa demokrasiyê li Îraqê hêşta. pêwîstî bi piştevanî û alîkariyî heye, “serkeftina pirosesa demokrasyê li Îraqê dê tesîreke kûr li ser Îraq û hermê hebe.”
Kemal Kerkûkî logoya parlamentoya Kurdistanê weke diyarî pêşkeşî seroka parlamentoya wîlayeta New Yorkê kir.