PolîtîkRojev

Li Rojavayê Kurdistanê seminerek li ser yekrêziya Kurda…

Korbenda Çaksazî û guhertin xelekek bi navnîşaniya (Danûstendinên di navbera ENKSê û PYNKê de)
di roja înê 15.1. 2021ê de,li navenda xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Çilaxa lidarxist .

Ev yek ,bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebd-elrehman,endamên korbenda Çaksazî û guhertin.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanan rawestiyan.

Piştre rêveberiya korbendê bi xêr hatina mêvanên beşdar kir , Û piştre li ser mijarê baş hat gengeşe kirin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên rewşenbîr û siyasî

Rûpela kar hat gengeşe kirin ya ku hatibû pêşkêş kirin ji hêla rêveberiya korbenda Çaksazî û guhertin.

Herwiha Tekezî bû li ser berdewamiya van danûsitendinan , Ji ber ku giringiyek stratêjîk e û wê destpêka rêxweşkirina danûsitendinên giştî be di navbera hemû pêkhateyan de , ta çareseriya siyasî bibînin ji bo kirîza Sûriya.

Herwiha li ser van xalan hatin gengeşe kirin.
1-Giringiya van danûsitendinan li ser asta Kurdî û Sûriya bi giştî.(dûr niştîmaniya wê)
2-Alîgirên ku dikarin van danûsitendinan bi serkevin,û alîgirên ku wê bi binxin.
3-Nerîna te ji siberoja herêmê re, ta ku ev danûsitendin bi serkevin ya ku bi binkevin.
4-Nerîn û pêşinyar.

Herwiha hemû beşdarbûyan nerînên xwe bi awayekî Zelalmendî li ser mijarê baş xuyakirin.

Back to top button