CîhanRojev

Trump Twittera xwe çêdike!

Li gora nûçya Washington Post, serokê Amerikayê Donald Trump ji Twitterê gelekî aciz bûye û ji bo vê yekê jî daye xûyakirin ku ewê, torekî civakî weke Twitterê saz bike.

Tê zanin ku tora medyaya civakî Twitterê hesabê Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek cara girt û niha jî bi temamî hesabê Trump rakiriye, di vê derbarê de,Trump ragihand ku Twitter ne kanalekî azad e. trump dibêje: Min li gel çand şirketekî pêwendî daniye da ku ez torekî civakî weke Twitterê çêbikim.

Trump diyar dike ku ewê ti car li hember kiryarên Twitterê bêdeng nebe û li dijî wan bisekine.

Piştî ku alîgirên Donald Trump roja 6ê Çileya 2021ê êrîşî Kongresê kirin, Twitter û Snapchat hesabên Trump bi temamî jêbirin, herwiha Facebook, Instagram û Youtube jî bi awayekî demkî, parvekirinên Trump rawestandin.

Di vê derbarê de, Washington Post nivîsiye ku; Trump gelek aciz bûye, ji ber ku kesên nêzîkî wî, dema bi bûyera alîgirên xwe bo êrîşkirina ser avahiya Kapîtolê hat tohmetbarkirin, hevalên wî û kesên nêzikî wî awayê pêwist ew neparastine.

Back to top button