PKK rêgirê yekrêziya kurda ye, bêdengî pîşgiriya PKKê ye..

Di nava tevgera siyasîya Kurdistanê de gelek cara behsa yekitiya tê kirin. Heta hinek caran qedera tevgera Kurd bi cureyek a yekitiyê ve tê gêrêdan. Di rastiya xwe de jî dema tifaq hebe û li ser hinek bingehên bi hêz û ji bo berjewendiyên netewî yekitî bêne kirin ,ev dibe demanek a serkeftinê jî. Her aliyek, herkesek niştimanperwer giringiya yekitiya di jiyana siyasî de û pêvajoyên zîz de baş dizane û heta radeyekê wek pêwistiyekî dibîne.

Gelo ev babeta ewqas girîng û pêwist ,ew alî yan jî kesayetên siyasî rojane behsê dikin heta çi radeyê lê xwedî derdikevin? Bersiva vê pirsê dê hem girîngiya yekitiya û hem jî dirustiya alîyên behsa yekitiyan dike derêxe holê.

Li rojavayê Kurdistanê rewşa ku niha halê hazir de heyî wek destkeftiyekî jî bê dîtin mirov nikare wek destkeftiyek netewî binirxîne. Ji ber ku daxwaz ne netewî ne. Ji bo vê yeke çend xalên girîng hene. Yek jê hêzên çekdarên ku heyin piranî li deverên Ereban ku ne axa Kurdistanê ye şer dikin heta wek îro sedemê ku hêzek wek Amerika û hevpeyman pişgiriyê didin wan , şerê li dijê DAÎŞê ye.

Duyem li rojavayê Kurdistanê tu çalakiyan aliyên ku serdestin ne di bin Ala Kurdistanê de têne kirin û heta mirov dikare bêje Ala Kurdistanê qedexeye.

Ya sêyem û herî girîng jî navê Kurdistanê nayê karanîn û hewldidin vî navî winda bikin.

Babetek din jî ewe ku, aliyên kurd yên doza mafên neteweyî dikin nikarin bi azadî tevbigerin û gelek cara çalakvanên wan têne girtin ,ofisên wan têne şewitandin û tu mafê jiyana wan a siyasî tuneye.

Di vê rewşa aloz de , hêviyek a yekrêziyekî derket holê. Di nava ENKSê û aliyên serdest yanî PKKê /PYDê de hevdîtin hatin kirin û pewendîyek pêkhat û çavderiya Amerikayê de hinek civîn hatin li darxistin û roj bi roj ev civîn berûpêşve çûn û gavên baş hatin avêtin.

Bê guman yekrêziya kurdan li rojavayê Kurdistanê li dijê hemû nirxên PKKê ne û dema PKKê dît ku dî ev hewldan berbi pêkanina yekrêziyekî ve herê destpêkir xirabiya bike. PKK ji aliyê Amerikayê û hêzên hevpeymani ve wek rêxistinek terorist tê nasandin. Ji bo vê jî Amerika jî hewl dide ku PKK destê xwe ji rojavayê Kurdistanê bikişe. Yanî bi awayek din yekrêziya Kurdên rojavayê Kurdistanê PKKê ji bi awayekî ji rojavayê Kurdistanê dûrtêxe. Ev jî tûkçûna PKKê li deverê ye. Siyaseta PKKê li rojavayê Kurdistanê ewe ku hemû hêzên çekdar bikeve di nava hêzên rejima  de û cardin rojavayê Kurdistanê radestî rejima Suriye bike.

Lê eger ev yekrêzî li rojava pêkwerê dê kurd di vî beşê Kurdistanê de bibin xwedî statuyek netewî û di serî de Amerika û dewletên hevpeyman pişgiriya vê yekê bikin. Yanî Kurd serdikevin.

Di qonaxek herî hesas ya hevdîtinên navbera ENKSê û PYDê de, daxûyaniyên Aldar Xelil ku Aldarê PKKê û rejima Suriye bi xwe ye, bû sedemê aloziyeki. Xelil di daxûyaniya xwe de heqaret li Pêşmergeyên Roj kir û ew wek çete bi nav kirin. Armanca Xelil ewe ku astengê di rêya yekrêziya rojavayê Kurdistanê de peyda bike. Heta bi temamî rê li vê yekrêziyê bigre. Ji ber ku rewşa Pêşmergeyên Roj babetek herî girîng a hevdîtinane. Hevdîtinên yekrêziyê niha gihatiye cihekî ku gava dawî bavêje û yekrêziya xwe ragihine. Xala dawî mayî lihevkirina li ser rewşa Pêşmergeyên Roj e. Ji bo vê jî niha Xelil bi navê PKKê êrîşên xwe yên qirêj û plankirî li himber Pêşmergeyên Roj dike.

Gelek aliyan bersiva Aldar Xelil dan. Lê gelek alî jî li himber vê kiryara Xelil bê deng man. Gelek cara hatiye gotin bê dengî dibe sedemê serketina planên xirab. Hinek aliyên Kurd ku, rojane  daxûyaniya dertêxin, lê mixabin negotin Aldar Xelil tu ne rastî. Li dijê astengiya ku PKK hewl dide di rêya yekrêziyê de peyda bike bê dengin.

Tevgera Kurd li hemû beşên Kurdistanê qonaxek gelek zîz de derbas dibe. Di vê qonaxê de heyin û mayina Kurda  di rojevê deye. Planên dijmin  yên dewletên dagirker li ser têkbirina destkeftiyên Kurda gelek çalakin.

Du aramancên dijmina yên serekê di vê qonaxê de hene. Yek têkbirina destkeftiyên netewî li başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê hewldidin devera Silêmaniyê Ji Kurdistanê cuda bikin û ji aliyek din jî statuya Kurdistanê ji holê rakin dewsa Kurdistana federal cardin Kurdistan bibe wilayetên Iraqê. Bi vê planê dixwazin rê li dewletbûna Kurda li başûrê Kurdistanê bigrin. Herweha ji bo deverên wek Şingal û Kerkûk nekeve ser herêma Kurdistanê hemû hewldanên xwe dikin. Bê guman dewletên Dagirker vê yekê bi destê aligir û sîxûrên xwe li Kurdistanê de dikin. Yanî ewên ku li başûr dijê dewletbûna Kurda dîtinên xwe beyan dikin , hemû parçeyek ji vê plana dijminin.

Ji aliyek din hemû hewldanên xwe dikin ku rojavayê Kurdistanê yekreziyek di nava Kurdan de pêkneyê, da ku Kurd nebin xwedî statuyek navdewletî li Kurdistana Rojava. Ji xwe helwesta yên wek Aldar Xelil bi xwe jî ji beşek ji vê planêye.

Niha tişta ji niştimanperwerên Kurd tê xwestin , bila xwedî helwestbin.Bila destkeftiyên netewî xwedî derkevin û ji bo berjewendiyên rojane pişta xwe nedin hewldanên dewletbûnê. Dewletbûn heyin û mayina Kurda ye.

16.01.2021

Analîz/N. Firat

Nerîna min :