Li Rojavayê Kurdistanê astenga destxistina statûyek Kurdistanî PKK ye..!
Piştî rûxandina rejima Esed û derketina Esed ji Sûriye pêvajoyek nû destpêkir. Niha li Sûrîye gurubên cüda yên muxalefetê bi awayekî dê hewlbidin hukumetek nû avabikin. Ev yek cardin dê pişgiriya hinek aktoren cîhanî û herêmê bin. Lê li vê dere rastiyek heye gerek bê dîtin, hêdî ew hevkariya welatên wek Îran û Iraqê li gel Suriye têkçû. Bê guman dê hinek welatên din dewsa van herdu welatan cih bigrin.
Ji bo kurda pirsa yekem di vê pêvajoya nû de destxistina statûyek ji bo kurdaye. Gerek herêma Kurdistanê li rojava bibe xwedî statûyekî. Pêwîste kurd hemû ji bo vê yeke bixebitin.
Li deverên ji dere herêma Kurdistanê berxwedana HSD û PKKê ne di berjewendiya Kurdan de ye. Ji xwe nikarin jî di vê qonaxa nû de van deveran biparêzin. Rastiyek a Kurdistana Sûriye heye. Heta ev neye dîtin siyasetek rasteqînî nayê tesbît kirin.
Herkesek dizanê ku, PYD, HSD û hemû dezgeh û rêxistinên navê cur bi cur ku li rojavayê Kurdistanê desthilatin yên PKKê ne. Her aliye bi navê hevkarî yan jî navek din pişgiriya îdara xweseriyê dikin di bandora PKKê de ne.
Siyaseta PKKê li rojava tu cara nebûye siyasetek Kurdistanî. Navê Kurdistanê kirin bakurê rojavayê Sûrî. Sembolên netewî qedexene. Yanî li herêma Kurdistanê desthilatek avakirine, ne desthilatek Kurdistaniye. Ew desthilata navê Kurdistanê û sembolên netewî bi karneyne ne desthilata kurdaye. Ew xaka Kurdistanê ku ala Kurdistanê li ser ne bilind be ne di bin desthilatek Kurdistani de ye.
Niha eger em wek Kurd bixawazin statûyek li herêma rojavayê Kurdistanê bê avakirin, gerek astanga herîmezin ji holê rakin. Asteng PKK û siyaseta PKKê ya qirêj e. Gerek Kurdên Suriye xwe ji PKKê bişûn û hemû aliyên siyasî, îdarî û leşkeri yekitiyeka xwe avabikin û ji bo destxistina statûyekî Kurdistanî bixebitin û siyasete bikin. Heta ev neye kirn tû statûyek Kurdistanî pêknayê û dê Kurd nikaribin vê firsenda zêrîn bêxin di xizmeta berjewendiyên netewî û Kurdistanî de.
Gerek ENKS di vê dere rolê xwe yê sereke bileyze û hewlbide li gel PYDê hevkariyekî pêkbîne. Lê dema vê yeke bikin bila bi prensîb pakijkirina PYDê ji PKKê vekirî bînin rojeve û bi tu awayî di derbarê rojevayê Kurdistanê de PKKê qebûl nekin reda wan bikin.
Kî çi beje bila beje,ev mecala ENKSê îro heye . Tînê di qada navnetewî de xwedî îrade û helwestek zelalbe. Eger di derbarê PKKê de du dilbe nikare vê erka dîrokî bi kar bîne. Bila ENKS reda PKKê bike, lê li PYDê xwedî derkeve. Ev dikare bibe çerçova siyaseta wan di vê pêvajoyê de.
Ev baweriyeke. Ji dere vê yeke tu gav li rojavayê Kurdistanê ji bo berjewendiyek netewî û destxistina statûyek Kurdistanî sernakevin. Mimkine hinek tiştên demikî bene kirin, lê Kurdistana Sûriye azad nabe.
PKK ji nihave hewldide ku, hemû deriyan li ber ENKSê bigre û cardin destpropagandeya derew û dezenfarmasyona dike.
Berê xwe bidinê PKK di malpera xwe ya stratejik de bi çi kîn ê cardin behsa ENKSê û başûrê Kurdistanê dike:
“ Pêwîste bi giştî gelê Kurd, bi taybet gele Başûrê kurdistanê ji xwe bipirse! Çi îşê “dezgeya xêrxwazî ya Barzaniyan” li Afrîn û heremên dagirkirî heye? Li Rojavayê Kurdistanê Di şerê man û nemanê de PDK piştgiriya kê dike? ENK-S û malbata barzaniyan li pey çi ne?
Derheqê şerê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li dinyayê hema hema herkesî daxuyanî dan û helwestên xwe diyar kirin. Yek gotinekî baş, yan jî helwestekî netewî niştimanî ji deve Barzaniyan û hevkarên wan derneketin.“
Her kesek niştimanperwer vê yeke bixwînê dibine ki ji nihave PKK çewe hewldide ku, siyaseta Kurdewarî ji rojavayê Kurdistanê bi dûrbêxe.
10.12.2024
Nêrîn/Şirove
N.Firat