Civak
Deriyê Sînor ê Yayladagiyê li ser sînorê Sûrî ji nû ve hat vekirin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Deriyê Sînor ê Yayladagiyê yê li ser sînorê Tirkiye-Sûrî li Hatayê ji bo qerebalixa li derbasgehan kêm bibe hat vekirin.
Erdogan piştî civîna kabîya serokkomariyê der barê rojevê da daxuyanî da û diyar kir ku Deriyê Sînor ê Yayladağiyê ji bo kêmkirina qeraja sûriyeyiyên ku vedigerin welatê xwe dîsa hat vekirin. Serokomar Erdogan wiha got: “Em ji îro pê va Deriyê Sînor ê Yayladagiyê ji derbasgehan ra vedikin da ku kombûn çênebin û trafîkê hêsan bikin.”
Di sala 2013an de biryar hatibû girtin ku Deriyê Sînor ê Yayladagiyê bi awayekî demkî bê girtin.