Li Newrozê Sînem Bedirxan xwedê da..
Îro Newroz e, cejna neteweyî ya kurdan e. Di vê rojê de naveroka jiyanê tiştek dine.Nawerokek tejî, bi mane ye. Di vê roja pîroz de kesayetek gelek girîng bi xwedî nirxek taybet çave xwe li jiyanê vekiriye. Ji berî niha 72 salan rojek wek îro, roja newrozê keçek ya Mîr Celadet Bedirxan û Rewşen Bedirxan, çavên xwe li dinyayê vekir. Navê wê Sînem Bedirxan e.
Îsal Newroz a 2010-ê 72 saliya rojbûna Sînemxan, rojek pîroz bi nirx, Sînemxan li Cizîra Botan e.Li birca Belek qesra Mîrên Botan, qesra Mîr Bedirxan, cihê berxwedan û sembola kurd û kurdîtiye, nawenda çanda kurdî, serkaniya rewşenbîriyê Newroza xwe pîroz dike.
Sînemxan dengê îro yê Bedirxaniya , me newroz li gelen Kurdistanê pîroz kir, em îro rojbona Sînemxan pîroz dikin.Sînemxan bila temenê we dirêj be û dengê Bedirxaniyan her hebe.
RojevaKurd