Kultur

Newroz li gelên Kurdistanê Pîroz be

NEWROZ, CEJNA NETWEYÎ LI GELÊN KURDISTANÊ PÎROZ BE!

Hersal cejna Newrozê bi awayên cûr bi cûr li Kurdistanê tê pîrozkirn. Cara yekem piştî sala 1991ê Newroz li beşek Kurdistana Azad bi azadî, wek cejneke fermî û netewî tê pîroz kirin. Bê guman li her beşek Kurdistanê, li gora mercên taybet yên wî beşî tê pîroz kirin.
Meha adarê ji bo kurdan meha şîn û şahiyê ye. Di vê mehê de gelek destkeftiyên dîrokî bi dest kurdan ketine û tevgera kurd bi gelemperî serkeftinên mezin pêkanine. Lê herweha gelek bûyerên trajedîk jî, di vê mehê de hatine serê miletê kurd. Taybetî bûyerek wek jenosîda Helebçe , qetlîama Qamîşlo û koça mezin ji Kurdistana Başûr. Wextê  dibe dema pîrozkirina Newrozê, gelên Kurdistanê gelek tujî û tehliyan şûn xwe ve dihêlin û vê roja zadiyê bi coşek mezin pîroz dikin. Herweha Newroz 21-ê adarê dibe destpêkek nû ya jiyanê ji bo gelên Kurdistanê.
Em bi hestek netewî bi germiyekî Cejna Newroza 2010ê li gelên Kurdistanê pîroz dikin û serkeftinê di vê roja pîroz de ji bo hemû kurdan dixwazin.
Newroz roja jiyanê ye, roja azadî û sembola serkeftina miletê Kurd e.
Em cardin bi minasebeta vê roja pîroz hevîya deskeftina mafên rewa yê miletê kurd li hemî beşên Kurdistanê dikin.
PDK-Bakur
Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur

 
Back to top button