Kultur

”Newroz agirê azadîyê ye”

Newroz berxwedan e
Newroz jîyan e 
Newroz evîn û dîlan e

Kurd li hemû perçeyên welatên xwe û li seranaserê cîhanê ciyê ku lê dijîn bi şahî û kêfxweşî Newroza xwe pîroz dikin.

 

Gelê kurd sembola azadî û rizgariya xwe Newrozê di parçeyeka welêtê xwe de, li Başûrê Kurdistanê di bin misogeriya hiqûqî û siyasî de bi serbestî pîroz dikin. Agirê Newrozê li Kurdistana Azad û federe de, di bin alaya rengîn de gurr dibe. Gelê me li vî perçeyî welatê me çarenûsa xwe girtiye destê xwe û pêşeroja xwe, bi xwe destnîşan dike. Di 7 Adarê de di hilbijartinên giştî yê Iraqa Federal de jî ew bi dengên xwe hêza xwe diyar kir. Em di wê baweriyê de ne ku hezên kurd di Parlamentoya Baxdayê de di derbarê berjewendiyên welat û neteweya xwe de helwestekê hevpar werbigrin da ku pirs û pirsegirekên bi yasayî hatine qebûlkirin lê di jiyanê de bi cî nebûne, bi cî bibin; pirsa Kerkûkê û heremên muneqeşebar çareser bibe û sînorê Kurdistanê diyar bibe.

Divê komara Tirkiyeyê û hikumeta AK Partî di pêvajoya berendametiya YE de û bi projeya ”vebûna kurd” gavên berbiçav bavêje. Bi tarîxa xwe re rû bi rû bibe; neheqiyên ku li gelê din kiriye qebûl bike. Divê ew nasnameya kurdan ya neteweyî û hemû maf û azadîyên ku bi vê nasnameyê ve girêdayî ne, di qanûnaesasî ya xwe de weke mafên kollektîf bi cîh û garantî bike. Heta maf û azadiyên kurdan û daxwazên wan yên neteweyî û demokratîk li Tirkiyeyê bi huqûqî û siyasî neyê misogerkirin û çareseriyek li gor daxwazên kurdan neyê peyde kirin dê xebata kurdan her berdewam bibe.

Nahê qebûlkirin ku di dinyaya îro de miletekî 30 milyon ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bêpar li ser rûyê dinyayê bijî û dinyaya medenî çavê xwe li vê neheqiyê bigre.

Nahê qebûlkirin ku dewletên xwe misilman dihesibînin û li hember vê zilma ku li miletekî din yên misilman dibe bêdeng bimînin û ew bi xwe zilm û neheqiyê li vî miletî bikin.

Divê Ewrûpî guhên xwe bidin daxwaz û bangên kurdan û ji bona berjewendiyên xwe yên aborî çavên xwe ji zilm û neheqiya dewletên ku kurd di bin nîrê wan de ne, negirin.

Êdî wext hatiye divê Neteweyên Yekbûyî li gorî prensibên xwe tedaxulê dewletên ku kurd xistine bin nîrê xwe bike û pirsa kurdî re çareyek bibîne.

Divê siyaseta hêzên kurdan ew be ku kurd di her warî de bibin teref. Divê em ji bîrve nekin ku sedemên bingehîn yên hemû serhildanên me; ”Divê Kurdistan ji aliyê kurdan ve bê îdarekirin” bûye. Di xebata neteweyî û demokratîk de divê ev daxwaz bibe polîtikaya bingehîn ya hêz û partiyên kurdan. Bi vê mantiq û felsefê divê kurd xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derkevin û bi sembolên xwe Newroza xwe pîroz bikin.

Bijî Newroz!

Newroz pîroz be.

20.03.2010

Tevgera Demokratên Şoreşgêr a Kurd (TDŞK)

 

Back to top button