Newroz bi çoşek mezin tê pîrozkirin
Newroz li seranserî Kurdistanê bi girsehî tê pîroz kirin. Ji berî çend rojan pîrozbahiyên Newrozê li Kurdistanê destpêkir û îro pîrozbahî bi coşek mezin berdewamin. Herweha Kurd derveyê welat jî bi çelakiyên berfireh newrozê pîroz dikin.
Li her beşê Kurdistanê newroz bi awayekî tê pîroz kirin. Li Başûrê Kurdistanê şevîdin li gelek deveran pêxistina xetîra û agirê newrozê pîrozbahiyan destpêkir û îro bi milyonan xelk , bajar vale kirin û berê xwe dan geşt û seyranan. Bi ahengên coş newrozê pîroz dikin. Wek tê zanîn 3 rojen li Kurdistana Başûr Newroz tatîle.
Li Bakur, piranî newroz bi çelakiyên BDP-ê tê pîroz kirin û gelek rêxistinên din jî û herweha milet jî li gora xwe newrozê pîroz dike. Îsal newroza girsehî li Geverê destpêkir û li gelek bajarên Kurdistanê bi xwepêşandanan hate pîroz kirin. Li Diyarbekir îro cardin bi sedê hezaran xelk newrozê pîroz dikin.
Li Rojhilatê Kurdistanê newroz ji teref Kurdan ve bi coşek mezin tê pîroz kirin. Herweha Rojavayê Kurdistanê kurd derdikevin derve û bi ahengên mezin newroza xwe gelêrî pîroz dikin. Li surî roja newrozê tatîlê, lê hukumetê ev roj bi navek din tetîl kiriye.
Hêviya newrozek serkeftî û bê qeza û bela dikin.
Cardin Newroz li gelên Kurdistanê pîroz be..
Rojeva Kurd