Di 1991ê de dema ku xebata NASAyê ji bo kifşkirina Merîxê bi teleskopa Radyoyê hatiye kirin, li herdu kumbedên wê tiştine çirisandî hatine peyitandin û hêj wê hingê Zanayên Zanistiyê bawer kirine ku ew tişt wê qeşem be.
NASAyê sala 2004an dema ku Messengerê hinartibûn ser Merîxê, ew di 2011an de karibû dakeve qada plankirî û dest bi lêkolînê bike. Jixwe hêj di 1991ê de peyitandibûn ku kumbeda bakûr hertim tarî ye. Bi lêkolîna di wê tarîtiyê de hatibû peyitandin ku tiştên ku diçirisînin, av e û di nava demê de bûye qeşem.
Niha peyitandine ku qalindiya wê qeşema di kûrahiyê de ji 0.46 hetanî 19.8 metroyan e.
Zanayên Zanistiyê gotine ku bêguman wê qeşem li gumbeda başûr a Merîxê jî hebe.
Extera Merkûrê ji heşt exterên ku di gerdişa rojê de ne, ya herî piçûk e û ji mezinatiya dinyayê ji 3/1 e, qada wê jî 4.880 km. ye.
Piştî dinyayê, Merîx ji exterên di nêv pergara rojê de ya duyemîn e ku sîsika guttla wê ji %60 hesin e.
Lê germiya serû herî zêde digîje 425 pileyan, sermaya wê ya zêde jî digîje 180 pileyî.
Piştî dîtina qeşemê li ser Merîxê, umîd heye ku wê rojekê kanî û golên wê jî bêtin dîtin.